TEV-ÇAND Ewropa Hozan Serhad bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropa hunermendê şoreşger şehîd Hozan Serhed bi bîr anî û got, “Şehîd Serhad riya azadî û welatparêziyê hilbijart. Bi huner û behermên xwe, bû têkoşerekî nimûne.

TEV-ÇAND Ewropa bi boneya salvegera şehadeta hunermendê şoreşger Hozan Serhad daxuyanieyek nivîskî da. TEV-ÇAND Ewropa diyar kir ku lêgerîna şehîd Serhad ji bo hunereke azad û civakeke azad bû. Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê bi vî rengî ye: 

“Dewleta dagirker her demê bi komkujiyan re siyaseta asîmîlekirin û ji rê derxistina neteweyên din kiribû karekî sereke. Bi taybet gavên şoreşgerî ku Tevgera Azadiyê di salên 80’yî de avêtin, bi deh hezaran ciwan li xwe vegeriyan û weke pêlekê li dijî siyaseta asîmîle û tunekirinê meşiyan, vê yekê siyaseta dewletê ya deh salan vala derxist û textê wan hejand.

Derbeya leşkerî ya 1980’an li kêleka komkujiyan, bi girtin û tirsê xwest şexsiyeteke ji xwe dûrketî, bêbiryar û gêj ava bike. Ji bo pêkanîna vê şexsiyetê û popûlîzekirina wê riya herî hêsan huner û bi taybet mûzîk û stranbêjî bû.

‘LÊGERÎNA ŞEHÎD SERHAD LÊGERÎNA AZADIYÊ’ 

Tam di vê dema tevlihev û bê ewle de, hunermend Serhad dest bi karê xwe yê hunerî kir. Rewşeke wiha ji bo ciwanekî ku nû gavên xwe di eniya hunerî de davêje re pir xetere bû. Ciwan di lêgerînan de bûn û sistem jî di kozika nêçîrê de bû. Bi dehan ciwan û bi taybetî li bajarên Kurdistanê ketin xefka sîstemê de hunermend Serhad jî yek ji wan bû. Lê asas lêgerîna şehîd Serhad ne tenê navdar bibe, wî di demeke kin de famkir ku ev sîstem kujerê lêgerîna wî ya bingehîn bû, ew jî azadî bû.

Di dema xwendina konservaturê de, tekoşîna azadiyê naskir û di cih de xwe ji destê sîstema qirêj rizgar kir. Wî dixwest hunereke azad ji gemara sîstema heyî dûr biafirîne.

Bi hevjîna xwe re tevlî tevgerê dibin, lê pir zû keşif dibin, hevjîna wî tê girtin û ew jî xwe dighîne çiya. Piştre jî ji bo karê hunerî tê Ewropayê.

Lêgerîna wî her ji bo hunereke azad û ew huner jî ji bo civakeke azad bû.

Şehîd Serhad li Ewropayê di demeke kin de karîbû cihê xwe di dilê bi milyonan mirov de çêke. Bi mehan li mûzika Kurdî ya klasîk guhdar kir û tiştê ku sîstemê ji dizîbûn, hemû vegerand. Bi styalê xwe yê sazê yê taybet, bi deng şîroveya xwe ji dehan ciwanên Kurd re bê ekolek.

Di demek kin de bi dehan berhem afirandin û di afirandina wan de bû alîkar.

Di sala 1996’an vegeriya welat, piştî xebata demekê li Başûr derbasî qadên gerîla bû û heya roja şehadeta xwe 22.07.1999’an li wir ma.

Şehîd Serhad serhildêrê li hemberî kesayetiya ku dewletê dixwest biafîrîne, bû.

‘BI SAZ Û DENGÊ XWE TÊKOŞÎNEK MEŞAND’

Di dema ku bi dehan ciwan di nav wê sîstemê de winda bûn û bi xwe re bi hezaran ciwan ji têkoşîn û welatparêziyê dûr xistin, şehîd Serhad riya azadî û welatparêziyê hilbijart. Bi huner û behermên xwe bû têkoşerekî nimûne. Wî li dijî huner û çanda ku sistemê li ser gel ferz dikir, bi saz û dengê xwe têkoşîneke têr meşand û li ser riya şehîd Sefkan û şehîd Mizgîn di eniya çandê de heya dawî bi moral têkoşiya.

Em weke tevgera çandê, berdewama vê têkoşîna li hemberî kesayet û siyaseta ku sîstema tunekirinê ew afirandine, ereka xwe ya sereke dibînin. Ji bo hunereke azad û çandeke demokratik têdikoşin.