Wezîrê Karê Hundir çû cihê êrîşê
Gel piştî qetlîama li Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsa paytexta Fransayê li qada êrîşê hat ba hev, polîs êrîşê gel kir. Wezîrê Karên Hundir jî li cihê êrîşê daxuyanî da.
Gel piştî qetlîama li Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsa paytexta Fransayê li qada êrîşê hat ba hev, polîs êrîşê gel kir. Wezîrê Karên Hundir jî li cihê êrîşê daxuyanî da.
Gel ê ku li taxa Strasboûrg St. Denîsê ku qetlîam lê hat kirin civiya, bi hêrs e. Bi hatina cihê bûyerê ya Wezîrê Karê Hundir rageşî yekcar zêde bû. Polîsan gazên rondikrêj bi ser gel de reşandin.
Tê payîn ku Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) saet di 18.30’an de li ber navendê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
CDK-F’ê banga tevlêbûna çalakiya ku wê roja Şemiyê li qada Repûblîqûeyê bê lidarxistin kir. Gelek komên çepgir li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal da zanîn ku ew ê tev li çalakiyê bibin.
Hat ragihandin ku rageşiya li taxê hêj jî zêde ye.
SEROKWEZÎR: ÊRÎŞEKE KIRÊT E
Serokwezîr Elîsabeth Borne ji bo êrîşê got ku êrîşeke kirêt e û sersaxî xwest.
DARMANÎN: KOMELE WÊ BI ŞEV Û ROJ BÊ PARASTIN
Piştî êrîşa li Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsê, Wezîrê Karên Hundir Geral Darmanîn jî hat cihê bûyerê. Gerald Darmanîn ku hat kuçeya Enghîen ku êrîş lê pêk hat û got: “3 kesan jiyana xwe ji dest da, du jê li ber navenda Çandê yek jî di zikê restorantê de.“
Darmanîn her wiha da zanîn ku rewşa yekî jî giran e.
Wezîr Darmanîn diyar kir ku wê Komeleya Kurd jî îro û pê ve bi şev û roj di bin parastinê de be û got ku wê “Nûnertiyên dîplomatîk ên Tirk“ jî bên parastin.
Wezîrê Karê Hundir, derbirî ku bi ew nizanin erîşkar girêdayê kû ye, diyar e ku bi serê xwe tevgeriyaye.
Dozgeriya Parîsê di der barê êrîşê de da zanîn ku di çarçoveya “hewildana sûîkastê, tundûtûjiya bi çek a bi qestî û binpêkirina qanûnên têkildarê çekan“ de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
WEZÎRÊ EDALETÊ: ÊRÎŞEKE BI BÊREHMÎ YE
Wezîrê Edaletê Erîc Dûpond-Morettî, bi gotina “êrîşeke bi bêrehmî“ li ser hesabê xwe yê twîtterê, êrîş şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
MELENCHON: ÊDÎ BES E!
Gelek siyasetmedaran bertek nîşanê êrîşê da. Serokê Partiya La France Însoûmmîse ya çepgir Jean-Lûc Melenchon got: “Em xemgîn û bi hêrs in ji ber êrîşa terorîst ku li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîse hat kirin. Deh sal berê li navenda Parîsê sê jinên rêveber hatin qetilkirin. Êdî bes e! Hevpeymanên me yên bi Kurdan re biparêzin.“
Olîvîere Faûr ê ji Partiya Sosyalîst jî got: “Îro kesê krîmînal êrîş bir ser Kurdan“ û xwest ku dev ji rewakirina nijadperestiyê bê berdan.
HÎDALGO: DIVÊ KURD BIKARIN DI NAVA AŞTÎ Û EWLEHIYÊ DE BIJÎN
Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo tweeteke wiha parve kir: “Kurd û di şexsê wan de hemû Parîsî, bûn armanca sûîkastên aktîvîstekê rastgir. Divê Kurd bikarin li her derê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Parîs di van saetên tarî de ji her carê bêhtir bi wan re ye.“