Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Wezîra Swêdê ji bo şervanên jin ên Kurd: Em li cem we ne!

Wezîra Perwerde û Entegrasyonê ya Swêdê Simona Mohamsson got, “Jinên Kurd li dijî êrîşên rejîma cîhadîst li ber xwe didin. Ez li cem we me.”

Li Swêdê nerazîbûnên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojava berdewam dikin. Wezîra Perwerde û Seroka Giştî ya Partiya Lîberal a Swêdê Simona Mohamsson, êrîşên li dijî Kurdan şermezar kir.

Simona Mohamsson, birîna porê jineke Kurd a hatî qetilkirin wekî êrîşek li ser rûmet û nasnameya jinan bi nav kir. Simona Mohamsson, da zanîn ku jinên Kurd di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê pêşengî kirin.

Simona Mohamsson, diyar kir ku kezî ji bo jinên Kurd sembola rûmet, hêz û berxwedanê ye û got ku ji ber vê ew bi hûnandina porê xwe hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd re nîşan dide.

Simona Mohamsson got, “Li her cihê ku jin ji bo maf û rûmeta xwe şer dikin, em weke Lîberal her tim li kêleka we ne.

Em we dibînin û dibihîzin. Em tu zilm û zordariyê li ser bingeha tundî, nefret û dijminatiya li ser jinan qebûl nakin.”

Simona Mohamsson bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" peyama xwe bi dawî kir.