Welatparêzê Kurd Mehmet Emîn Armûtlû jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Mehmet Emîn Armûtlû ê ku di cûntaya leşkerî ya li Tirkiyeyê de hatibû girtin û 20 sal di girtîgehê de ma, li Fransayê jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd Mehmet Emîn Armûtlû ê ku di cûntaya leşkerî ya li Tirkiyeyê de hatibû girtin û 20 sal di girtîgehê de ma, li Fransayê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mehmet Emîn Armûtlû ê ji 60 salî mezintir ji ber nexweşiya dil careke din li Parîsê emeliyat bû. Lê vê carê jê xilas nebû û jiyana xwe ji des da.
Armûtlû ku ji navçeya Curnê Reş a Rihayê ye, di dema cûntaya leşkerî ya di destpêka salên 1980’î de hatibû girtin. Armûtlû ê rûbirûyê êşkenceyên giran hat, 20 sal di girtîgehê de ma.
Armûtlû, piştî ku ji girtîgehê derket sirgûnî Ewropayê bû, salên dirêj li Fransayê jiya.
Tê payîn ku cenazayê Armûtlû piştî xebatên burokratîk bişînin Rihayê.
Ji bo Armûtlû roja 19’ê Gulanê wê li Navenda Çanda Kurd a Parîsê şîn bê danîn.