Welatparêzê Kurd ê bi navê Mûarem Yakût rehmet kir

Welatparêzê Kurd ê bi navê Mûarem Yakût yê ku li bajarê Deragûîgnan ê Fransayê dijî, li nexweşxaneyê rehmet kir.

Mûarem Yakût ê ku salek in li bajarê Draûgnîgnan ê Fransayê tedawî dibû, duh şev rehmet kir.

Yakût ê ku di sala 1968’an de li Agiriyê ji dayîk bûbû dema li Aydinê Sekreterê bajêr ê HEP’ê bû di sala 1992’an de hatibû girtin. Yakût di sala 2003’an de hatibû Fransayê û di nav xebatên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih digirt.

Yakût ev salek bû li hemberî penceşerê têdikoşiya û duh şev li nexweşxaneyê rehmet kir.