Welatparêz Îbrahîm Gumuş hate oxirkirin
Welatparêzê Kurd Îbrahîm Gumuş li bajarê Eindhoven ê Hollandayê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gumuş li gundê Kistik ê Elbîstanê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Welatparêzê Kurd Îbrahîm Gumuş li bajarê Eindhoven ê Hollandayê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gumuş li gundê Kistik ê Elbîstanê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Welatparêzê Kurd Îbrahîm Gumuş li bajarê Eindhoven ê Hollandayê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Gumuş, di nava Kurdan de weke Xalê Gumuş dihat naskirin û nêzî 50 sal in li Hollandayê dijiya.
Gumuş, di sala 1941’an de li gundê Kistik ê Elbîstanê hatiye dinê û di sala 1972'an de koçî Hollandayê kir û bi salan e li bajarê Eindhovenê weke karkerekî koçber dixebitî.
Gumuş, ji salên 1990'î û vir de xwedî kedek mezin e, di nava Tevgera Azadiya Kurd de û ji aliyê civakê ve dihat heskirin.
Hat zanîn ku Îbrahîm Gumuş ê ku demek berê ji ber nexweşiyeke cuda rakirin nexweşxaneyê, ew bi penceşerê ketiye û di nava 2 hefteyan de jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Gumuş, li bajarê Eindhoven ku berê lê dijiya, bi beşdariya gelek kesan merasîmek hat lidarxistin.
Piştî meresimê, cenazeyê Îbrahîm Gumuş ber bi gundê wî Kistikê ve hate şandin.
Li mala cemê ya li gundê Kistikê hate lidarxistin. Piştî wecîbeyên olî Gumuş hate oxirkirin.