Wekîlê Fransî Guiraud: Parastina Kurdan divê karê sereke be

Wekîlê çepgir ê herêma Roubaix a Fransayê David Guiraud bal kişand ser êrîşa nijadperestekî Tirk a li ser Kurdekî kûafor û diyar kir ku parastina Kurdan divê teqez karê sereke be.

Piştî ku 3 aktîvîstên Kurd li paytexta Fransa Parîsê di 23'ê Kanûnê de hate qetilkirin, di 26'ê Kanûnê ve vê carê li navenda bajarê Roubaixê, êrîş li dijî kûaforekî Kurd hate kirin.

Çavkaniyên nêzî lêpirsînê jî piştrast kirin ku êrîş ji aliyê Tirkekî ve hatiye kirin.

Dozger li ser sedema êrîşê ti agahî neda, lê diayr kir ku êrîş ji aliyê Tirkekî 47 salî ve hatiye kirin. Têkildarî êrîşkar lêpirsîna hewldana kuştinê hate destpêkirin.

Li gorî dozgeriyê, Tirk ê muşterî gelek caran bi meqesê li kûaforê 27 salî yê Kurdê ji Başûrê Kurdistanê xist û ew birîndar kir.

Çavkaniyekî nêzî lêpirsînê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku Kurdê birîndar piştî hate emeliyatkirin, metirsiya li ser jiyana wî ji holê rabû. Heman çavkanî piştrast kir ku li salona kûaforiyê, bi hinceta muzîka Kurdî hatiye guhdarîkirin, êrîş hatiye kirin.

Hate ragihandin ku qeyda êrîşkar beriya niha li gel polîsan hebû, lê ya Kurdên ku êrîş lê hate kirin ti qeydeke wî ya sabiqeyê tune ye.

Ji Partiya Çep La France Insoummise parlamenterê herêma bakur David Guiraud li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş ji ber muzîka Kurdî hatiye guhdarîkirin, hate kirin.

Guiraud got, "Hîn bûm ku li bajarê Roubaixê, li saloneke kûaforiyê, Kurdek ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bi kêrê hate birîndarkirin. Min ji walî xwest ku piştrast bike."

Wekîlê çepgir xwest ku parastina Kurdan a ji êrîşan bibe karê teqez ê sereke.