Di salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê de ku 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin şehîdxistin, wê roja Şemiyê meşeke girseyî bê lidarxistin. Di salvegera vê komkujiyê de endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil bi êrîşekê li Parîsê hatin qetilkirin. Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Abdûllah Ulmez têkildarî meşa navendî ya 7'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, ji ANF'ê re axivî.
Ulmez got, bi daxwaza "Sira dewletê ya li ser komkujiyê bê rakirin, dadgehên Fransayê agahiyên li ber destê xwe bi raya giştî re parrve bikin. Failên esasî bêne eşkerekirin û darizandin" wan beriya 3 mehan dest bi amadekariya çalakiya 7'ê Çileyê kirin.
Ulmez anî ziman ku ev amadekarî ji aliyê Evîn Goyî ve dihate kirin ku yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê bû û di 23'ê Kanûnê de hate qetilkirin.
Ulmez got, "Hevala Evîn beriya 3 mehan dest bi vî karî kir. Bi xwe da destpêkirin. Bi nêzîkbûna rojên bîranîna komkujiya 9'ê Çileyê, bi heman rêbazê hevala Evîn hate qetilkirin. Yanî cara duyemîn e ku êrîşeke terorîstî, barbar û nemerdane li hemberî civaka Kurd a li Parîsê hate kirin."
Hevserokê CDK-F'yê Abdûllah Ulmez bi bîr xist ku meşa 7'ê Çileyê bi pêşengiya Evîn Goyî hate plankirin û got, "Di plansaziya hevala Evîn de 4'ê Çileyê wê çalakiya zincîra edaletê, 7'ê Çileyê çalakiya protestoyî ya mezin a li dijî komkujiyê, 9'ê Çileyê merasîma bîranînê ya fermî ya bi saziyên Fransayê û şardariya parîsê re li ber buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hebû. Di 12'ê Çileyê de jî wê li Parlamentê konferansek bihata lidarxistin. Pêşenga vê plansaziyê hevala Evîn Goyî bû. Ev plansazî wê bi heman rengî dewam bike. Em ê li gorî esasên plansaziya hevala Evîn tevbigerin."
Abdûllah Ulmez destnîşan kir ku ew li bendê ne tevlîbûna îsal a li çalakiya 7'ê Çileyê ji her salê bêhtir be û got, "Em li bendê ne ku Kurdistaniyên li Ewropayê 7'ê Çileyê saet di 10:00 de li Parîsê bin."
Abdûllah Ulmez bi bîr xist ku di nava 10 salan de cara dueymîn komkujî li Kurdan tê kirin û diyar kir ku divê cîhan tev bibîne ku bêedaletiyeke çawa li Kurdan tê kirin, zilm û barbariyeke bi çi rengî tê serê Kurdan û got, "Di serî de raya giştî ya Fransa û Ewropayê divê cîhan tev vê rewşê fêhm bike, pê zanibe. Divê were zanîn ku Kurd wê mîna Kurdên berê tevnegerin. Divê bê fêhmkirin ku xwîna Kurdan erzan nîne, rijandina xwîna Kurdan hêsan nîne. Kurd wê helwesta xwe ya demokratîk û helwesta xwe ya polîtîk di 7'ê Çileyê de bi çalakiyê bigihînin asta herî bilind. Hêviya me bi vî rengî ye."