Tolhildan Tîrêj û şehîdên têkoşîna azadiyê li Dortmûndê hatin bîranîn
Şehîdên Parîsê, 11 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û Tolhildan Tîrêj ê 4'ê Tîrmeha 2022'an li Metînayê şehîd bû, li Dortmûndê hatin bîranîn.
Şehîdên Parîsê, 11 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û Tolhildan Tîrêj ê 4'ê Tîrmeha 2022'an li Metînayê şehîd bû, li Dortmûndê hatin bîranîn.
Ji bo Evîn Goyî (Emîne Kara), Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) ên 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê şehîd bûn, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê şehîd bûn, 11 gerîlayên ji ber çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û Tolhildan Tîrêj (Serhat Aksoy) ê 4'ê Tîrmeha 2022'an şehîd bû, li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Zêdeyî 350 kes tevlî bîranînê bûn ku li Kurdistan Zentrûm a Dortmûndê pêk hat.
Nûnerên Komeleya Mafên Şehîdan (KOMAW), Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û xizmên Mîr Perwer û Evîn Goyî li bîranînê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilind in, wê têkoşîna wan dewam bikin û dest ji dozê bernedin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.