TKP-ML: Berpirsê qetlîama Parîsê dewleta Tirk a faşîst e!
Komîteya Ewropa ya Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) diyar kir ku li pişt qetlîama li Parîsê dewleta Tirk heye.
Komîteya Ewropa ya Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) diyar kir ku li pişt qetlîama li Parîsê dewleta Tirk heye.
Di daxuyaniya TKP-ML’ê de ev tişt hate gotin, “Ev êrîş berdewamiya êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a faşîst e. Dewleta Tirk ji 12’ê Îlona 1980’an û vir ve li rojavayê Ewropayê bi dehan êrîş pêk anî û gelek şoreşger û welatparêz qetil kir. Ev êrîşa li Parîsê jî berdewama êrîşên berê ye. Daxuyaniyên berdevkên dewleta Tirk bi taybetî jî yên R.T.Erdogan ku di her firsendê de dibêjin êrîşên bi vî rengî hatine kirin û wê bên kirin îspata vî tiştî ne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk bi organîzekirina rêxistineke mezin a sîxuriyê ya li Ewropayê bi alîkariya MÎT’ê, şoreşger û kadroyên tevgera Kurd dişopîne û planên sûîkastê pêk tîne. Tê zanîn ku li Ewropayê nêzî du hezar sîxurên MÎT’ê hene û gelek sîxurên MÎT’ê li xwe mikur hatine.
Qetlîama li Parîsê xeleqeke terora faşîst a dewleta Tirk e ku li dijî gelê Kurd, şoreşger û welatparêzan dike. Heta ku faşîzm hebe wê êrîşên bi vî rengî bidomin. Em jî bi rêxistinkirin û berfirehkirina têkoşîna şoreşgerî bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a faşîst.”