TJK-F û CDK-F’ê ji bo meşa di 7’ê Çileyê de bang kir
TJK-F û CDK-F’ê ji bo şermezarkirina qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez banga meşê kir.
TJK-F û CDK-F’ê ji bo şermezarkirina qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez banga meşê kir.
Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bang li hemû Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê û bang li hemû derdorên demokrat, şoreşger û sosyalîst kirin bila tevlî çalakiya protestoyê ya li Parîsê bibin.
TJK-F û CDK-F'ê diyar kirin ku meşa di 7'ê Çileyê roja Şemiyê wê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê dest pê bike, da zanîn wê ji saet 10.00'an pê ve li ber Gare du Nord a Parîsê li hev kom dibin.
Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser qetlîama ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat û hate diyarkirin endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibû û ji bo dermankirinê li Parîsê bû, hunermend Mîr Perwer ê ku ji ber bi Kurdî distra neçar mabû derkeve derveyî welat û welatparêz Abdurrahman Kizil jî hatine qetilkirin
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev êrîşa terorîstî di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê de pêk hat û wiha hat gotin: “Evîn Goyî ya ku ew jî yek pêşenga Tevgera Jinên Kurd bû şehîd ket. Wê ji bo çalakiyên salvegera 10’emîn a qetlîama Parîsê xebat dimeşand lê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ew jî şehîd ket.
Me her tim anî ziman ku her du êrîş jî ji roja destpêkê ve bi yek armancê hatine plankirin û pêk anîn. Di heman demê de me diyar kir ji ber ku qetlîama yekemîn a Parîsê nehate ronîkirin, qetlîama duyemîn a Parîsê pêk hat.
Em îro careke din diyar dikin ku bi komkujiya yekem a Parîsê re dewleta Tirk şerê qirêj ê li Kurdistanê biriye Ewropayê. Komkujiya duyemîn a Parîsê jî tê wateya kûrkirina vî şerî û êdî li ser gelê me yê li Ewropayê jî teror tê kirin.
Ji bo lêgerîna me ya 10 salan a edaletê nekarîn bersivekê bibînin û ji ber vê em careke din hatin qetilkirin. Hemû agahî û belgeyên têkildarî komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li dadgehên Fransayê ne. Lê belê rewşek heye ku weke sira dewletê hatiye parastin û ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Ligel ku pêvajoya dozê hat astengkirin û bi hewldanên gelê Kurd dosya hat vekirin jî, biryara veşartî ya dewletê hê jî tê pêkanîn û hewl tê dayîn ku dosya bê veşartin.
Em diyar dikin ku ev hewldan dibe sedem ku li Parîsê careke din xwîna Kurdan were rijandin û bang li rayedarên Fransayê dikin ku bila berpirsyariya xwe pêk bînin.”