TJK-E’yê bi stîckeran banga tevlêbûna meşa mezin a 7’ê Çileyê kir
Aktîvîstên TJK-E’yê ji bo meşa ku wê di salvegera Qetlîama Parîsê de bê lidarxistin, stîcker bi kuçe û kolanên Parîsê ve kirin.
Aktîvîstên TJK-E’yê ji bo meşa ku wê di salvegera Qetlîama Parîsê de bê lidarxistin, stîcker bi kuçe û kolanên Parîsê ve kirin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo banga tevlêbûna çalakiya navendî ku wê sibehê li Parîsê bê lidarxistin bikin, stîcker bi dîwaran ve kirin.
Aktîvîstan bi hezaran stîcker ji Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi qada Repûblîc ku wê meş bê lidarxistin, bi dîwaran û panoyên reklamê ve kirin.
Jinan stîckerên li ser “Dawî li şerma 10 salan bidin! Sira dewletê hilînin! Banga ji bo meşa ji bo heqîqet û edaletê“ nivîsandî bûn bi dîwar û panoyên reklamê ve kirin û banga tevlêbûna meş û mîtînga 7’ê Çileyê kir.