TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna merasîma bibîranîn û birêkirinê ya Şehîdên Parîsê kirin

TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna ji bo merasîma ku wê 3’ê Çileyê 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil wê bê lidarxistin, kir.

Ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Yekîtiya Hunermendên Kurd Tev Çandê Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûnê di êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya de şehîd bûn, wê 3’ê Çileya 2023’an saet di 12.00’an de bîranîn û merasîma bi oxirkirinê bê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi awayek xurt tev li merasîma bîranîn û bi rêkirinê bibin.

Daxuyanî wiha ye:

“Faşîzma AKP-MHP’ê tevî sendroma ku li Zapê dijîn, êrîşên bê navber ên kîmyewî yên li hemberî Gerîlayên Azadiyê pêk tîne, hewldanên wên yên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên êşkenceyê yên sîstematîk ku li dijî Rêber Apo pêş xistî, sala 2022’an encam negirt. Dewleta Tirk sala 2022’an li hemberî berxwedana gerîlayên gelê me û Rêbertî, bin ket. Ji bo tolhildana têkçûna xwe, şerê xwe yê li dijî Kurdan ev car xwest bi ser Fransa re li erdnîgariya Ewropayê pêk bîne. Dîsa weke di Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de di şexsê Evîn Goyî de faşîzma AKP-MHP’ê rasterast têkoşîna Azadiya Jinên Kurd hedef nîşan da.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, îro berxwedana mezin û rêxistinkirî ya siyasî-civakî heye. Di serî de ji Fransayê dem dema bersivdana ji Ewropayê ya ji bo dewleta Tirk a faşîst a ku ji hêza rêxistinkirî ya gel û jinên Kurd ditirse.

DERXISTINA HEVKARIYA SÛC A FRANSA JÎ ROLÊ DÎROKÎ YE

Bi vê berxwedanê derxistina holê ya hevkariya sûc a hikûmeta Fransayê berî 10 salan nixûmandî, rolê me yê dîrokî ye. Ji bo ku hikûmeta Fransa car din bi dewleta Tirk re Kurdan neke mijrara siyasî, dîplomatîk, leşkerî û bazarî divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin û bê navber ji bo edalet cihê xwe bibîne, em neçarin têbikoşin.

3’YÊ ÇILEYÊ EM Ê MERASÎMA BIBÎRANÎN Û BIRÊKIRINÊ LI DAR BIXIN

Em ê bi vê armancê ji bo hevalên xwe Evîn Goyî (Emîne Kara), Endamê TEV-ÇAND’ê Mîr Perwer û kedkarê doza azadiya Kurdistanê Abdûrrahman Kizil ku di encama êrîşa dewleta Tirk di 23’yê Kanûna 2022’yan de şehîd bûn, 3’yê Çileyê saet di 12.00’an de merasîma bibîranîn û birêkirinê li dar bixin.

Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku tev lê bin.

EM GEL Û DOSTÊN XWE VEDIXWÎNIN ROJA BERXWEDANÊ YA MEZIN A 7’Ê ÇILEYÊ

7’ê Çileya sala 2023’yan, li dijî qetlîama 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’yê Kanûna 2022’yan di çarçoveya qanûnên hikûmeta Fransayê de ji bo banga rawestandina dewleta Tirk û protestokirina dewleta Tirk a faşîst û wê mîtîng û meş bên lidarxistin. Em dost û hemû gelê xwe yê welatparêz vedixwînin roja mezin a berxwedanê ku wê 7’ê Çileyê bê lidarxistin.“

WÊ MERASÎMA BIRÊKIRINÊ LI VÎLLÎERS LE BELÊ BE

Hat ragihandin ku wê merasîma bibîranîn û birêkirina Şehîdên Parîsê, 3’yê Çileya 2023’yan saet di 12.00’an de li Bîs Avenûe des Entrepreneûrs, 95400 Vîllîers-le-Belle, France, li salona Palace de Vîllers bê lidarxistin.