Tirkiye û Elmanya di zilmê de yek in

Hevserokê berê yê KON-MED´ê Tahir Koçer li Elmanyayê û Tirkiyeyê ketiye ber 71 doz û lêpirsînan. Ji van 59 neçûn serî, ketin. Di hinan de jî cezayên girtîgehê û pereyan lê hatin birîn.

Yek ji dozên li dijî siyasetmedarên Kurd Tahir Koçer li Dadgeha Eyaletê ya Luneburgê bi rê ve çû. Tahir Koçer got, ji ber axaftineke xwe ya li Hannoverê ya sala 2018´an ew hatiye dadgehkirin. Hingê li Hannoverê ji bo Ruhat Tabak (Çekdar Botan) û Adil Sunger (Lecvan Munzur) ên di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn, çalakiyeke bibîranînê hatiye lidarxistin. Koçer ji bo dozê dibêje, “Hingê ez hevserokê NAV-DEM´ê bûm. ji ber axaftina min, ez bi propagandaya PKK´ê tewanbar kirim.”. 

Hatibû plankirin ku doz 8 û 9´ê Adarê pêk bê, belê doz ket. Koçer ji bo rewşê got, “Beriya rûniştina dozê bi rêya parêzerê xwe min parastineke 10 rûpelî dabû dadgehê. Rûniştina 8´ê Adarê tenê 15 deqîqeyan dewam kir. Heyeta dadgehê got, delîlên kêm dîtin û doza li dijî min betal kir.”

71 LÊPIRSÎN Û DOZ

Li Tahir Koçer ne yek û du doz hatine vekirin. Ev qederê 30 salan e ku li Elmanyayê dimîne û her di saziyên Kurdan de xebatê dimeşîne. Li Elmanya û Tirkiyeyê li dijî wî bi dehan doz û lêpirsîn bi rê ve çûne. Hin dozên li Tirkiyeyê lê vekirin, veguheztine Elmanyayê jî. Ew dibêje, “Li dijî min li du dewletan bi giştî 71 lêpirsîn û doz hene, 59 ji wan hatin betalkirin.”

JI 5 DOZAN CEZA LÊ HAT BIRÎN

Li Tahir Koçer li Tirkiyeyê di dozan de û li Elmanyayê jî di sê dozan de ceza hatiye birîn. Tahir Koçer dibêje, doza pêşî ya li Elmanyayê li dijî wî sala 1998´an li Dortmundê hatiye vekirin û wiha dewam kir:  “Ji ber kirina xebatên PKK’ê û hebûna weşanên wê li cem min, ez hatim dadgehkirin. Hingê 3 hezar Euro cezayê pere li min birîn. Ji du dozên din jî cezayê pere li min birîn.”  Tahir Koçer da zanîn ku li Elmanyayê hîna li dijî wî dozek dewam dike, û wiha peyivî: “Sala 2018´an li Hannoverê bi ser Navenda Civaka Demokratik a Kurdan de girtin, hingê li dijî min lêpirsînek dan destpêkirin.”

‘ÊDÎ DOZ LI TIRKIYEYÊ DEWAM DIKIN‘

Tahir Koçer da zanîn ku li Tirkiyeyê ew ketiye ber 21 dozan û ev agahî dan: “13 ji wan li ser daxwaza Tirkiyeyê veguheztin Elmanyayê. Sala 2020´an ez li Hannoverê di dozekê de dihatim dadgehkirin, li ser daxwaza Wezareta Dadê ya Tirk ez dihatim dadgehkirin û ji ber wê min red kir ku îfadeyê bidim. Êdî doz li Tirkiyeyê dewam dikin.”

Ji bo dozên li dijî wî li Tirkiyeyê dewam dikin jî ji ber “Heqareta li serokomar”,  “Rêveberiya li saziyên ser bi PKK´ê ve” ne û wekî din ji ber parvekirinên li ser medya dijîtal 7 doz li dijî wî dewam dikin. Ji bo cezayên lê hatine birîn wî got:“Ji du dozên li dadgeha bilind iseh bûne, 6 sal û nîv cezayê hepsê li min birrîn. Ez ê van diozan bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).”

DEST DANÎN LI SER MILKÊ MALBATÊ

Koçer anî ziman ku ji ber van dozan, dewleta Tirk Kanûna bihurî çav berdaye milkê wî jî û wiha got: “ Li wir zeviyekî min hebû, apê min cot dikir. Rayedarên Tirk çûne,  jê re gotine, tu nikarî dewrî kesî bikî yan jî bifiroşî. Axir beriya bi du hefteyan ji ber heqaretê dozeke din li min vekirine.”

‘TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE‘

Bi domdarî Koçer, wiha got:“ Krîmînalîzekirina Kurdan weke li Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî dewam dike.  Ji ber ku doza me têkoşîneke heq e, me dixin ber van doz û lêpirsînan. Li şûna ku Elmanya pirsgirêkên gelê Kurd weke pirsgirêka ewlekariya navxweyî bibîne, divê bibîne ku gelê Kurd ji bo dîrok, ziman û çanda xwe têdikoşe, û vê têkoşînê nas bike. Di ber vê têkoşînê de birayê min jî di navê de ji malbata min 9 şehîd hene. Em ê ji bo têkoşîna xwe dewam bikin. Li hemberî dozên wiha em ê serbilind bin û têkoşînê dewam bikin.”