Tifaqa Ked û Azadiyê ya Ewropayê bang li hilbijêrên li derveyî welat kir

Koordînasyona Hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Ewropayê û Derveyê Welat bang li hilbijêrên li derveyî welat kir ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê dema lêpirsîn û qeydkirina hilbijêran, roja 17’ê Adarê bi dawî dibe.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Ewropa û Derveyê Welat, diyar kir ku amadekariyên hilbijartinê didomin û anî ziman ku divê qeydên hilbijêran bên kirin.  Koordînasyonê ragihand ku roja dawî ya qeydên hilbijêrên li derveyî welat, 17’ê Adarê ye û bal kişand ser agaihyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û wiha got: 

“Welatiyên li derveyî welat dikarin ji navnîşana www.ysk.gov.tr an jî ji beşa "Yurtdışı Seçmen Sorgulama" (Lêpirsîna Hibijêriyê li Derveyî Welat), an jî bi rêya telefona ji beşa “Seçmen Sorgulama” (Lêpirsîna Hilbijêriyê) kontrol bikin, bê qeydkirî ne an ne, an jî qeydkirî bin dikarin cihê qeydê xwe bizanin.

Hilbijêrên ku navê xwe li lîsteya hilbijêriyê ya di derveyî welat de nabînin, an jî bixwazin di qeydê xwe de guhertinê bikin û navnîşana xwe biguherinîn, dikarin bi Nasnameya Komara Tirkiyeyê serî li konsoloxaneyê bidin û Form B (Beyana Navnîşana xwe) dagirin û îmze bikin.

Yan jî dikarin kopyaya formê ji înternetê bigirin îmze bikin û tevî fotokopiya nasnameya xwe bi rêya postayê ji konsolosxaneya heri nêz re bişînin.

Ger li welatên ku lê ne, konsolosxane tunebe divê kopyaya Form B (Beyana Navnîşana xwe) bigirin, îmze bikin û tevî fotokopiya nasnameya xwe bi rêya postayê ji midûriyeta nifûsê cihê ku lê qeydkirî ne re bişînin.“