Tifaqa Ked û Azadiyê li Stûttgartê karên xwe zêde kir

Têkildarî hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê, li Stûttgartê civînek hate lidarxistin.

Platforma hilbijartinê ya Stûttgartê ya Tifaqa Ked û Azadiyê li salona çandê ya Arena di 10'ê Nîsana 2023'an de civîneke gel lidar xist. Serokê rûmetî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamentera HDP'ê û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Parlamentera Dîe Lînke ya Parlamenta Elmanyayê Gokay Akbûlût û hunermend Diyar tevlî civînê bûn.

Di civînê de her wiha li ser dengdanê agahî hatin dayin û qeyda muşawîriyê hate kirin.

Parlamentera Dîe Lînke Gokay Akbûlût li civînê axivî û diyar kir kuk ew piştgiriyê didin HDP'ê, lewma piştevaniya Partiya Çep a Kesk dikin. Gokay Akbûlût diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê veguheriye rejîmeke otorîter û got, "Erdogan bi salan e êrîşî Kurdan, Ermenan, Elewiyan, karker, kedkaran, jin û ciwanan dike. Xwezayê talan dike. Di erdhejê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, welat ber bi kaosê ve tê birin. Grevên karkeran têne qedexekirin, rojnamevan û akademîsyen têne girtin. Mîna berê em niha jî weke Partiya Dîe Lînke piştgiriyê didin HDP'ê, piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk. Hewldana ji bo girtina HDP'ê skandal e, em bi tundî şermezar dikin. Ji bo hilbijartin di nava şert û mercên demokratîk de bêne kirin em piştgiriyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê."

Ertûgrûl Kurkçu jî li ser wateya hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî û got, "Hilbijêrên me yên li derveyî welat di vê hilbijartinê de wê xwedî roleke mezin be. Divê em zanibin ku dengekî bi tenê jî wê wekîlekî bide qedezençkirin. Lewma em hilbijartinê girîng bibînin."

Bedîa Ozgokçe Ertan jî got, "Divê em hem li derveyî welat hem li hundirê welat hêviya xwe bikin y ek, hêza xwe bikin yek û temsîliyeta xwe xurt bikin."

Piştî axaftinan hunermend Diyar hunera xwe pêşkêş kir.