'Tecrîd û dagirkerî sûcên li dijî mirovahiyê ne'

Aktîvîstên TCŞ'ê li bajarê Marignane yê Fransayê daketin qadan û li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê rabûn.

Bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marignane yê Fransayê doh êvarê meşek hate lidarxistin.

Çalakî bi daxuyaniya bi navê TCŞ'ê dewam kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ciwanên Kurdistanî û gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê divê her roj dakevin qadan û heta dawiyê têbikoşin."

Di daxuyaniyê de ku bi giranî ciwan tevlî bûn, dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Libere Öcalan”, “Terorist Erdogan” û “A bas le régime fasciste en Turquie (Bimire rejîma Tirk a faşîst)” hatin qîrîn.

Ciwanan di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan.

Çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir, bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.