Taylan Kahraman li Dusseldorfê hat bîranîn
Taylan Kahraman ê ku ji bo protestokirin Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anî, hat bîranîn.
Taylan Kahraman ê ku ji bo protestokirin Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anî, hat bîranîn.
Taylan Kahraman ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1’ê Kanûna 1998’an li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir. Taylan Kahraman li cihê ku bedena xwe da ber agir, hat bîranîn.
Malbat û hevrêyên Taylan Kahraman û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Dayika Taylan Şenge Kahraman, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan KOMAW bavê şehîd Cemîl Gultekîn û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Jînda Denîz axivîn.
Di axaftinan de qala jiyan û girêdanbûna şehîd Taylan Kahraman a bi têkoşînê re hat kirin û hat destnîşankirin ku divê wate û peyama çalakiya Taylan hîn baştir bê xwendin, xwedî derketina li Taylan bi xwedî derketina li Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li cihê ku Taylan Kahraman çalakiya xwe lê kirî, gul hatin danîn û find hatin vêxistin.