Swîsre dixwaze li Sûriyeyê dadgeheke navneteweyî were avakirin

Hikumeta Swîsreyê ji bo hemwelatiyên xwe yên ku endamên DAÎŞ’ê ne, helwesta xwe eşkere kir. Konseya Federal diyar kir ku ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê ew ê piştgiriyê bidin dadgeheke ku li herêmê were avakirin.

Rayedarên Bakurê Sûriyeyê û yên Rojava ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê bang li welatan dike ku bila li welatên xwe werin darizandin an jî bila di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de divê li Rojava werin darizandin.

Konseya Federal a Swîsreyê diyar kir ku hemwelatiyên Swîsreyê yên ku endanên DAÎŞ’ê ne, li welatê ku sûc kirine, divê li wê derê werin darizandin.

WÊ VEGER WERIN ASTENGKIRIN

Konseya Federal diyar kir ku di vê meseleyê de du armancên Swîsreyê hene û bal kişand ser vî tiştî ku bi vê biryarê re ‘ji bo pêkanîna ewlehiya Swîsreyê wê vegera cîhadîstan a Swîsreyê were astengkirin.”

Konseya Federal diyar kir ku ew ê Swîsre vegera çeteyan qedexe neke lê ji bo vegerandina wan jî tu hewldanan neke.

DIBE KU ZAROK WERIN ANÎN!

Konseya Federal diyar kir ku vegerandina zarokan dibe ku ji bo zarokan baş be û bi peymana ya bi dê û bavê zarokan re, ev tişt dikare pêk were.

Konseya Federal helwesta xwe ya duyemîn jî wisa diyar kir, “Endamên DAÎŞ’ê û cîhadîst bi awayê ku rêz ji normên hiqûqî yên navneteweyî wer girtin, li welatê ku sûc kirine, divê werin darizandin û cezakirin. Ji bo avakirina dadgeheke taybet a navneteweyî wê Swîsre piştgiriyê bide.