Svenneling: Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Håkan Svenneling anî ziman ku Tiriye bikaranîn çekên kîmyewî ya li dijî gelê Kurd sûcê şer dike.

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Håkan Svenneling der barê bikaranîn çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd de li ser medyay dijîtal daxuyaniyek da.

‘HEWLDANA LEŞKERÎ TU CARESERIYÊ BI XWE RE NAYNE‘

Di daxuyaniyê de Svenneling anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî a li dijî gelê Kurd, ji aliyê raya giştî ve tê zanîn û wiha got: “Em nahêlin dîrok cardin xwe dibare bike. Di navbera salên 1986 û 1990’an de bi hezaran Kurdan ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hatin qetilkirin. Tirkiyeyê di 23’ê Nîsana 2021’an de li derveyî sînorê xwe, li ser erdnîgariya Bakurê Iraqê li dijî Kurdan dest bi tevgerekî leşkerî kir. Ev tevgera leşkerî li dijî serwergeiya Iraqê ye ku xwe digihêjin salên 1983’an ku êşek giran daye gelên sivîl yên herêmê. Berdewamkirina tevgera leşkerî tu çareseriyê bixwere nayne. Ji bo ewlehiya herêmê divê danûstandinên diyalog ên polîtîk pêk werin.“

‘TIRKIYE SÛÇÊ ŞER DIKE‘

Di berdewam daxuyaniyê de Svenneling da zanîn ku di raporande tê xuyakirin ku Tirkiye li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikartîne û got: “Ev cihê xemgîniyê ye. Divê pêşî li bikaranîn çekên kîmyewî bê girtin. Bikaranîn çekên kîmyewî sûcê şer e û hiqûq navdewletî binpê dike. Di sala 1997’an de peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser qedexeya çekên kîmyewî kete meryetê. Protokola Cenevreyê ya li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî di şer de pêş xist. Ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye û êrîşên dagirkerî ên Tirkiye a li dijî Bakurê Sûriyeyê, tîne bîra mirovan.

Partiya çep bang li parlament û hikûmeta Swêdê dike ku Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û li bakûrê Iraqê çekên kîmyewî bikartîne û divê vê yekê şermezar bike.“