Skoçya bi biryar e ku 2023'an bike 'sala serxwebûnê'
Li gel biryara dadgeha bilind a li Londonê ya ji bo astengkirina referandûmeke nû, hikumeta Skoç a bi serokwezîrtiya Nicola Sturgeon dixwaze ku di sala 2023'an de referandûma serxwebûnê pêk bîne.
Li gel biryara dadgeha bilind a li Londonê ya ji bo astengkirina referandûmeke nû, hikumeta Skoç a bi serokwezîrtiya Nicola Sturgeon dixwaze ku di sala 2023'an de referandûma serxwebûnê pêk bîne.
Dadgeha Bilind a Îngilistanê ya li Londonê par meha Mijdarê biryar dabû ku Skoçya ya di bin serweriya Brîtanyayê de ye sala bê cara duyemîn nikare referandûma serxwebûnê pêk bîne. Biryara dadgehê piştî serlêdana hikumeta Skoçyayê ya bi serokwezîrtiya Nicola Sturgeon hate dayin.
Lê belê li gel vê biryara dadgeriya Îngiliz, hikumeta Skoçyayê bi biryar e ku 19'ê Cotmeha 2023'an referandûma serxwebûnê bike. Partiya Neteweyî ya Skoç (SNP) a bi lîderiya Sturgeon ku bi soza serxwebûnê di hilbijartinên 2021'ê de bi ser ket, planeke nû ji bo vê yekê amade dike.
HIKUMETA SKOÇ LI PEY 'REWŞA DEFACTO' YE
SNP'ê ragihand ku wê destpêkê li ser rê û rêbazên pêkanîna referandûma serxwebûnê di 19'ê Adara 2023'an de konferanseke berfireh lidar bixe. Serokwezîr Sturgeon li ser hesabên medya dîjîtal lidarxistin konferansê ragihand û got, "Di konferansa taybet de ku em ê li Edinburgê lidar bixin, lkarên ji bo referandûmê bêne kirin em ê binirxînin."
Rojnameya Skoç 'The National' jî diyar kir ku di konferansê de wê rewşên 'defacto' bêne nirxandin ku bi vî rengî Îngilistan neçar bimîne referandûmeke nû erê bike. Lê belê bi zelalî nehate eşkerekirin ku ev rewş wê çawa be. Tê gotin, eger di sala 2023'an de referandûm pêk neyê, Sturgeon û partiya wê, wê karibin hilbijartinên parlamentê yên sala 2024'an ên li tevahiya Îngilistanê veguherînin hilbijartineke dengdana li ser serxwebûna welêt.
DESTPÊKÊ JI SEDÎ 55 Ê DENGDÊRAN GOTIBÛN 'NA'
Ji bo Skoçya careke din referandûmê li ser serxwebûnê pêk bîne, divê hikumeta Londonê ya navendî erê bike. Sala 2014'an li Skoçyayê referandûma destpêkê li ser serxwebûnê hatibû kirin. Ji sedî 55 ê beşdaran biryar dabûn ku di nava Brîtanyayê de bimînin.
Lê belê piştî du salan di 2016'an de Brexit hate kirin ku dihate wateya derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê. Di vê referandûma Brexitê de ji sedî 62 ê Skoçiyan xwestin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin. Beşeke girîng a wan Skoçiyan ku derketina Îngilistanê ya ji nava Yekîtiya Ewropayê weke mexdûriyeta xwe dibînin, dixwazin bi temamî serbixwe bibin û bikevin nava Yekîtiya Ewropayê.