Di serî de Amed, li gelek navendên cîhanê ku Kurd lê dijîn, Newroz hem li qadan û hem jî bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Newroz li paytexta Fransa Parîsê bi resepsiyonekê hat pîrozkirin.
Resepsiyona li Hotela Lûtetîa hate pîrozkirin ji aliyê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve hate organîzekirin.
SİYASETMEDARÊN FRANSÎ Û KURD HATIN BA HEV
Di resepsiyonê de Cîgirê Serokê Senatoyê Pîerre Laûrent, Berdevkê Hikûmetê li Meclisa Neteweyî Sylvaîn Maîllard, Serokê Giştî yê UDI û Serokê Koma Xebatê ya Pirsa Kurd li Meclisa Neteweyî Jean-Chrîstophe Lagarde, Seroka Koma La France Insoûmîse li Meclîsa Neteweyî Mathîlde Panot, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Keskan Jûlîen Bayoû û Senatorê Partiya Sosyalîst Remî Feraûd, Patrîce Franceschî, Trîstane Banon, Franz-Olîvîer Gîesbert, Gerard Chalîand, Carolîne Foûrest, Gîlbert Abergel jî amade bûn.
Tevî Fransiyan, ji Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah, Fermandarê YPG'ê Nûrî Mehmûd, Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Nivîskar Ferda Çetîn jî di nav de gelek kes amade bûn.
'DIVÊ FRANSA ROLA XWE BILÎZE'
Li ser navê CDK-F Agît Polat axaftina vekirinê ya resepsiyonê kir. Polat di axaftina xwe ya ku bi pîrozkirina Newroza beşdaran dest pê kir de wiha got: “Çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd mijarek girîng e. Ji bo vê jî pêwîste hevalbend û alîgirên Kurd ên li Fransayê jî bikevin nava tevgerê. Li aliyê din Fransa divê di vî warî de roleke girîng û stratejîk bilîze. Di vî warî de Fransa divê weke dewlet siyaseteke nû ya Kurd pêş bixe ku hewîner û berjewendiyên gelê Kurd li ber çavan bigire û di qada navneteweyî de jê re pêşengî bike, her wiha di vî warî de hevalbendên xwe îqna bike û rol bileyîze.”
'EM LI DIJÎ DAÎŞ'Ê Û PAŞVERÛTİYA HERÊMÊ TÊDİKOŞİN'
Piştre her du fermandarên Rojava ji mêvanan re axaftin kirin. Nesrîn Abdullah di qata yekemîn de li ser navê YPJ’ê Newroz li hemû mêvanan pîroz kir û got, “Newroz berxwedan û azadî ye. Îro li Rojava têkoşîna wê tê kirin. Em weke Kurd bi gelên Ereb, Ermenî, Asûrî-Suryanî re jiyaneke nû ava dikin; jiyanek wekhev û azad.”
Fermandarê YPG'ê Nûrî Mahmût di axaftina xwe de Newroz li her kesî pîroz kir û diyar kir ku ew li dijî DAÎŞ'ê û paşverûtiya herêmê têdikoşin û banga hevgirtinê kir.
Di resepsiyonê de gelek siyasetmedarên Fransî Newroz pîroz kirin û peyamên xwe yên hevgirtinê dan.
Resepsiyon bi mînîkonsera hunermendê Kurd Diyar Mehrûwî bi dawî bû.