'Sîstema perwerdeyê ya kapîtalîst mirovan nezan dike'
Roja 4'emîn a konferansa 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' bi panela li ser mijara 'perwerdeyê' destpê kir.
Roja 4'emîn a konferansa 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' bi panela li ser mijara 'perwerdeyê' destpê kir.
Konferansa 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' ku bi dirûşma 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' û li ber fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 4'an de ye.
Bi moderatoriya civaknas û antropolog Prof. Margara Mîllan panela bi mijara 'perwerdeyê' pêk hat.
Ji CIIS-San Francisco Serokê Beşa Guhertina Civakî û Antropolojiyê, edîtorê Kovara Lêkolînên Sîstemên Cîhanê, hîndekarê UC Berkeley û lêkolînerê hevpar ê Zanîngeha Coîbrayê Andrej Grûbacîc, John Holloawy Pûebl ê li Meksîkayê dersên sosyolojiyê dide, endama Akademiya Jineolojiyê û aktîvîsta Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê Zozan Sîma beşdarî panelê bûn.
LI DIJÎ SÎSTEMA PERWERDEYÊ YA KAPÎTALÎST, MODELÊN PERWEDEYÊ YÊN XWESER
Andrej Grûbacîc li hemberî modelên sîstema perwerdeyê ya kapîtalîst qala girîngiya sîstemên perwedeyênê xweser kir.
Grûbacîc anî ziman ku sîstemên perwerdeyê yên xweser li hemberî sîstemên serwer wê tevgerên azadîparêz biafrînin û li dijî sîstmên zordar wê civaka azad, kesayetê azad pêk bîne.
Grûbacîc destnîşan kir ku sîstemên perwerdeyê yên kapîtalîst zanistiya cehaletê diafirîne û got, "Ji bo mirov karibe modernîteya kapîtalîst fêhm bike pêwîstiya mirovan bi zanistiya cehaletê heye. Asta siyasî û civakî ya cehaletê divê. Cehalet bi sîstema perwerdeyê tê afirandin."
Grûbacîc diyar kir ku di çarçoveya tecrûbeyan de divê ew sîstemeke perwerdeyê ya alternatîf biafirînin û got, "Di sîstema perwerdeyê de divê mirov xwendekaran azad bihêlin. Divê em çavdêriyê lê bikin bê kar çawa bi rengekî xwezayî bi pêş ve diçe. Lewma sîstema perwerdeyê ya xweser ji bo pêşketin û rêvebirina mirovahiyê pêwîstî ye."
MODELA PERWERDEYÊ YA KU RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN PÊŞNIYAR KIR
Grûbacîc bi dewamî qala modela perwerdeyê kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî sîstema perwerdeyê ya kapîtalîst pêşniyar kiriye.
Grûbacîc ragihand ku pêşniyara perwerdeyê ya Ocalan ji bo pêşketina civakî û li dijî sîstema kapîtalîst gelekî girîng e û got, "Divê em tecrûbe bikin. Divê em bersiva pirsa 'li dibistanên me em karin çawa li nava civakeke azad bijîn' peyda bikin. Em çawa dikarin ji dewleta alternatîf xweser bin. Rêya herî girîng a pêkanîna vê jî konfederasyon e. Qadên perwerdeyê yên xweser in. Heta ku xwe bigihînin qadên perwerdeyê yên xweser, divê em çavkaniyên heyî bi kar bînin. Piştre jî dikarin ji wan cihê bibin."
HOLLOWAY: ZANÎNGEHA HAMBÛRGÊ XIYANET KIR
John Holloway ku li Meksîkayê dersên sosyolojiyê dide, Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Haûke Heekeren rexne kir ku destûr neda ji bo konferans li kampusa zanîngehê bê lidarxistin û got, "Ev cihê şermê ye. Saziyek ku konferanseke rexnegiriyê qedexe dike, gelo çawa dikare ji xwe re bibêje ew zanîngehe. Ev biryar xiyaneta zanîngehê li zanistî û paşeroja xwe ye."
TÊKOŞÎNA JINAN Û PERWEDE
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma piştre li konferansê axivî û qala tecrûbeya perwedeyê ya tevgera azadiyê ya Kurd kir. Her wiha rê û rebazên têkoşînê yên li dijî rêveberiya perwerdeyê ya mêtingeriyê ya çar dewletên mêtinger vegot.
Sîma got, "Ji qada şoreşê silavan li we hemûyan dikim. Li Akademiya Jineolojiyê em mijarên xwe li gorî pêwîstiyên civakî diyar dikin. Perwede bi têkoşîna jinê dibe mafek. Mafê perwedeyê hîn jî tê astengkirin. Hîn jî bi milyonan jin nikarin tevlî perwerdeyê bibin. Perwerde ketiye destê dewletê. Yên li hemberî vê li ber xwe didin jî êrîş li dijî wan tê kirin. Tevgera azadiyê ya Kurdistanê dixwaze perwerdeyê bigihîne cewhera xwe û ji bin kontrola dewletê rizgar bike."