Serdanên li nobeta li Parîsê berdewam in

Şandeyeke Federasyona Asûr-Keldaniyên li Fransayê, serdana nobeta li Parîsê kir.

Nobeta Edaletê ku piştî qetlîama 23’ê Kanûnê li Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsê destpê kir, berdewam e.

Şandeyek li ser navê Federasyona Asûr-Keldaniyên li Fransayê serdana nobetê kir. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Em bi Kurdan re ne. Ji pir aliyan ve çarenûsa me yek e. Êşa we, ya me ye.”