Serdanên li çalakgerên greva birçîbûnê didomin

Serdanên li çalakgerên greva birçîbûnê Mele Mustafa Tuzak, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê û Şiyar Xelîl didomin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Berlînê ya Elmanyayê didome.

Çalakiya Mele Mustafa Tuzak di roja 101'ê, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr di roja 84'an û Şiyar Xelîl ev 87'an de didome.

Çalakger çalakiya xwe li lokana NAV-DEM'ê didomin. Hema hema her roj ji gelek beşên civakî serdana çalakgeran tê kirin. Serdanvan li daxwazên çalakgeran ên ji bo rabûna tecrîdê xwedî derdikevin.

NUNEREN SAZIYAN Û HUNERMENAN SERDANA ÇALAKGERAN KIRIN

Herî dawî nûnerên saziyên li Berlînê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî serdana çalakgeran kirin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê seriyek dana çalakgeran û xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest rabe. Nûnerên AvEG-Konê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Insîyatîva Azadiyê ya Dersimê jî serî li çalakgeran dan.

Nûnerê AvEG-Konê Bakî Selçûn got divê raya giştî ya cîhanê li bara greva birçîbûnê bêdeng nemîne. Çalakgeran jî diayr kirin ew ji ber serdana wan kêfxweş bûne û xwestin ku her kes li dijî tecrîdê xwedî li berxwedana greva birçîbûnê derkeve.

Hunermendên TEV-ÇAND'ê Xemgîn Bîrhat, Hozan Ayin, Tuncer Yalinkiliç, Silêman Rengîn û Mihemed Hesek gotin bi greva birçîbûnê Kurd têkoşîneke mezin didn. Hunermendan gotin ew minetdarên çalakgeran û diyar kirin, ''Ev tecrîd a ku hemû Kurdan û mirovahiyê têkildar dike divê rabe.''

Li ser navê çalakgeran Şiyar Xelîl got, ''Em kêfxweş in ku hunermendên em ji wan hez dikin li gel me ne'' û malavayî li wan kir. Dawiya serdanê stranbêjan stran strandin.

Her wiha xizmên çalakger Mele Mustafa Tuzak jî hatibûn serdana çalakgeran. Endamên malbatê gotin  Tuzak û hevalên wî berxwedaniyeke pîroz didin û gotin, ''Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê berxwedanê bibin, çalakgeran tenê nehêlin.''