Di ser êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya re 7 roj derbas bûn. Serdanên sazî û rêxistinên ji welatên cuda yên Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya gel, tevahiya rojê dewam dike, nivîskar û edîtorê Elewî Selîm Açan û Oya Açan, rêveberên Dev-yolê, Hevserokê FEDA Demîr Çelîk, Pîr Riza Yagmur. Nûnerên FEDA yên Swîsre û Fransî û aktîvîstên Tevgera Jinên Elewî, malbata Gulo ya ji Rojava ya li Swêdê dijîn jî çûn serdana navendê.
DEMÎR ÇELÎK: KUJERÊN KURDAN DERBIXIN HOLÊ
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku li vir axivî, sersaxiya malbatan xwest. Demîr Çelîk erîşa bi nemerdî şermezar kir û ev gotin kirin: “Ev komkujî, komkujiya dewleta Tirk a faşîst a dagirker e. Ez vê êrîşa nemerdane şermezar dikim. Helbet ne bi tenê dewleta Tirk, tiliya dewletên kapîtalîst jî tê de ye. 10 sal berê Sara li Parîse hatin qetilkirin. Fransayê mixabin kiryarên vê komkujiyê eşkere nekirin. Kurd tev daxwaza eşkerekirina vê komkujiyê dikin. Ji ber ku ser li wê dozê hat girtin ev qetlîam çêbû. Niha jî dixwazin vê êrîşê wek êrîşeke ji rêzê nîşan bidin. Kurd bi rojan e li ser pêyan in, li şehîdên xwe dibin xwedî. Bang li dewleta Fransayê dikim. Kurd şer naxwazin, qetlîamê naxwazin. Gel li Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Kujerên Kurdan eşkere bikin.“
Pîrê Elewiyan Riza Yagmûr jî axavtineke kurt kir. Yagmû got: “Heta niha bi hezaran şehîdên me hene. 3 canên me yên din şehîd bûn. Êşa me pir e.“
Li ser navê Mecliîa Jinên Elewî Songul Çelîk axavtinek kir.
ROJTMAN: EV CINAYETEKÎ SIYASÎ YE
Berdevka Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê Suzy Rojtman jî axivî. Rojtman xemgîniya xwe ya ji ber komkujiyê anî ziman û wiha got: “Li vir; Em hîn bûn ku di 23’ê Kanûnê de li navenda Parîsê komkujiyek pêk hatiye. Dema me komkujiyê bihîst, yekser komkujiya 10 sal berê hat bîra me. Dîsa di van deman de komkujî pêk hatibû. Xwişkên me Sakîne, Leyla û Fîdan hatin qetilkirin. Ev rewşek nayê qebûlkirin. Îro kesayeteke girîng a jin hatiye qetilkirin û di heman demê de Kurd jî hatine qetilkirin. Ev qirkirineke siyasî ye. Dema ku bi salan e em bi jinên Kurd re ji bo Sakîne daxwaza edaletê dikin, îro ji bo edaletê dîsa li vir in."
Di tevahiya rojê de serdanên girseyî ji bo Navenda Çanda Kurda a Ahmet Kaya berdewam kirin. Ji bo girseya gel ên hatin serdanê civîna agahdarkirinê hat kirin. Li ser navê TJK-E Zozan Serhat û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan der barê geşedanan de agahî dan gel.