Serdana Tevgera Azadî li Ewropayê

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li Ewropayê serdana gelek sazî û rêxistinan kir û bal kişand ser girîngiya avakirina tevneke hevpar a têkiliya navbera gelan.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Tara Hisên ku ev demeke li Ewropayê hin serdanan dike, ji ANF'ê re axivî.

Tara Hisên anî ziman ku wan serdana gelek welatên Ewropayê kir, li ser rewşa Başûrê Kurdistanê gelek danûstandin kir û got, "Di vê çarçoveyê de me gelek civîn û semîner lidar xist. Em bi pêşwaziya gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî pir kêfxweş in."

Hevseroka Tevgera Azadî diyar kir ku tevî civata Kurd, wan serdana gelek dostên enternasyonalîst jî kirin û wiha dewam kir, "Hemû jî bi serdana me pir kêfxweş bûn. Her wiha serdana gelek sazî û dezgehên jinan jî hatin kirin."

Tara Hisên diyar kir ku ji bo wan avakirina tevneke hevpar û danîna têkiliyê bi gelan re, gelekî girîng e û got, "Di rewşa heyî de li herêmê û tevahiya Iraqê ji her demê bêhtir pêwîstî bi avabûn û xurtkirina rêxistinbûna gel heye."

Tara Hisên bang li gel, sazî û rêxistinên jinan kir ên ku dibêjin, 'Em ji vê sîstema heyî nerazî ne û divê were guhertin', lazim e ew werin gel hev. Tara Hisên got, "Ev yek pêwîstiyeke girîng a civakî ye. Bîr, bawerî û nêrîna me çi dibe bila bibe, lazim em bi hev re tevbigerin û biryareke rasteqîn li ser civak û herêma xwe bidin. Ji ber ku xalên hevbeş ên em li ser bi hev re kar bikin, gelek hene."