Serdana ji bo Nobeda Edaletê ya li Parîsê dewam dike

Nobeda Edaletê ya li dijî komkujiya li Parîsê hate destpêkirin, dewam dike. Gelek kes û nûnerên saziyan serdana nobedê kirin.

Di ser êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê re 6 roj derbas bûn. Cenazeyên şehîdan li Tip a Edlî ne. Li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya jî Nobeda Edaletê dewam dike. Gelek kes û nûnerên saziyan serdana nobedê kirin.

Malbata hunermend Ahmet Kaya, birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, hunermendên Fransî, nûnerên SYKP, MLKP, SKP û Partîzan, rêveberên Komeleya Esnafan a Parîsê, Akademîsyenên Aştiyê, nûnerên gel ên Arjantînê û nûnerên gel ên Tamîlê serdana nobedê kirin.

Li komeleyê civîna gel hate lidarxistin û bûyer hate nirxandin. Hunermend Farqîn, têkildarî Mîr Perwer axaftineke kurt kir. Îro jî wê bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 14:00 de li ber Wezareta Çandê ya Fransayê çalakiyek bê lidarxistin.