Senator Sommaruga: Divê Erdogan di 14’ê Gulanê de ji qada siyasî were xistin

Endamê Konseya Eyaleta Swîsreyê Senator Carlo Sommaruga diyar kir ku divê Erdogan di 14'ê Gulanê de ji qada siyasî were xistin û banga piştgiriyê ji bo Partiya Çepên Kesk kir.

Beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê, ji qada navneteweyî banga piştgiriyê ya ji bo Partiya Çepên Kesk dewam dike. Endamê Konseya Eyaleta Swîsreyê Senator Carlo Sommaruga derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandinên girîng kir û banga piştgiriyê ji bo Partiya Çepên Kesk kir.

Sommaruga da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê di warê têkiliyên navneteweyî de jî xwedî girîngiyeke mezin in û got, “Em li pêşberî Tirkiyek ku hiqûqa navneteweyî ya li Iraqê binpê dike, bi paqijkirina etnîkî û sûcên şer ên li dijî Kurdên li Sûriyeyê hewl dide hebûna xwe bidomîne, xaka Ermenîstanê dagir dike, piştgirî dide Azerbaycanê û hemû nirxên bingehîn ên demokrastiyê paşguh dike re, rû bi rû ne. Ji ber vê yekê pêwîst e Tirkiye vegere hiqûqa navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên rêzgirtina mafên mirovan û di serî de dînamîka diyalogê çi li hundir çi jî li qada navneteweyî pêk bîne.”

'HILBIJARTINÊN 14 'Ê GULANÊ DI WARÊ GUHERTINA BINGEHÎN A RÊVENEBIRINÊ DE GIRÎNG E'

Sommaruga anî ziman ku ew weke parlementerekî Swîsreyî, ev demeke dirêje bi hemû gelê Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ye û got, “Lê bi taybetî ez tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopînim. Gelê Kurd ên li Tirkiyeyê, di salên dawî de bi taybet ji ber rêveberên ku tevgerên civakî û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd dikirin hatin girtin, rewşa li Tirkiyeyê gelek xirab bûye. Ji ber vê yekê bi nêrîna min ev hilbijartin ji bo ku Tirkiye vegere rêveberiyeke siyasî ya xwedî erkekî sazûmanî, ango daraz, rêveberî û parlamentoya xwedî îradeyek ku rêzê li nirxên bingehîn ên demokrasiyê, serweriya hiqûqê bigire, girîng in. Dîsan ev hilbijartin derfeta destpêkirina diyalogeke siyasî bi gelê Kurd û nûnerên wan re, li ser bingeha yekkirina her welatiyekî di nava pêvajoya siyasî û rêzgirtina nirx, nasname, ziman û çanda xwe de pêşkêş dikin.”

'EZ JI BER ÇARENÛSA HEMÛ KÊMNETEWEYÊN LI WELÊT GELEKÎ BI FIKAR IM'

Sommaruga da xuyakirin ku rejîma Erdogan rejîmeke otokratîk e ku xwe li pişt perdeya bi navê demokrasiyê vedişêre û wiha dewam kir, “Di hilbijartinên dawî de rejîm ji bo xwe, rewabûna demokratîk bi kar anî. Li welatên din mirov dikare jê re bêje "democrature", ango dîktatoriyek ku şeklê demokrasiya fermî digire. Ev rewş gelek bi pirsgirêk e, ji ber ku hemû hêz di destê serokkomar de kom dike. Îro artêş, meclîs û dadwerî bi temamî di bin destê kesekî ango serokkomar de ne. Ji ber vê yekê ev sîstem ji sîstemên ne demokratîk ên Pûtîn, Kazakîstan û Çînê zêde cuda nîne.

Tirkiye di dîrokê de bûye parçeyek ji cîhana nirxên demokratîk. Ew endamê Konseya Ewropayê ye û ji ber vê yekê di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ye. Ew jî endamê NATO’yê ye. Ji ber vê yekê ez ji ber zirara ku Erdogan dide demokrasiyê pir bi fikar im. Beriya her tiştî ez ji çarenûsa kêm neteweyên li welêt, hindikahiyên olî, çandî an civakî, pir bi fikar im, ji ber ku ew tên  marjînalkirin.”

'HILBIJARTINÊN 14 'Ê GULANÊ DI WARÊ TÊKILIYÊN NAVNETEWEYÎ DE JÎ XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E'

Sommaruga destnîşan kir ku divê ev hilbijartin bibin hêmana bingehîn a jiyana siyasî ya Tirk û Kurdan û got, “Bi baweriya min, diyarkirina çarenûsa xwe di destê welatiyên Tirkiyê de ye, lê ji bo ku ev hilbijartin rast be divê di hilbijartinan de sextekarî neyê kirin. Ji bo pêşî li her hewldana manîpulasyonê bê girtin û her hewldana desthilatdariya Erdogan a di vî warî de derkeve holê, divê çavdêr amade bin. Bi dîtina min ev yek ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û ji bo siberoja ku hemû welatiyan bigire nava xwe gelekî girîng e.

Helbet ev hilbijartin di warê têkiliyên navneteweyî de jî girîng in. Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê ragihandibû ku divê “sifir pirsgirêk li ser sînoran” hebin. Lê di dema desthilatdariya AKP’ê û Erdogan de pirsgirêkên navneteweyî qat bi qat zêde bûn. Beriya her tiştî bi Yekîtiya Ewropayê re alozî hebû. Di mijara penaberan de her tim şantaj dihat kirin ku zextê li Ewropayê bikin. Digel ku bi diyalogê îmkana çareserkirina pirsgirêkan hebû jî, divê ev nebe rêbaz.”

‘DIVÊ PIŞTGIRÎ JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK BÊ DAYÎN’

Senator Sommaruga diyar kir ku di van hilbijartinan de du faktorên girîng hene û wiha pêde çû, “Dema ku mijar tê ser hilbijartinên serokkomariyê, îro li Tirkiyê pir girîng e ku her tiştî bê kirin ku di tûra yekem de piraniya namzetê ku niha ne serokomariyê ye, bi dest bixe. Ez bang li hemû dostên xwe yên pêşverû yên Tirk û Kurd ên li Tirkiyeyê dikim ku bikevin nava liv û tevgerê û dengê xwe bidin alternatîfa serokkomariyê. Di vê wateyê de girîng e ku em li ser hilbijartinên Serokkomariyê bisekinin.

Ji bo hilbijartinên parlementoyê jî her kes; girîng e ku Kurd, Tirkên pêşverû, hêzên civakî û siyasî bi girseyî beşdarî van hilbijartinan bibin. Beşdarbûn pêwîst e ji ber ku her çend desthilat di destê serokkomariyê de navendî be jî, girîng e ku nûnertiya welat û hêzên cuda yên siyasî di parlamentoyê de ji nû ve were sazkirin. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk ku îmkana komkirina hemû beşên pêşverû yên li Tirkiyeyê, çi li bajaran, çi li gundan û çi li deverên cuda, dike.”

‘LI DIJÎ MANÎPULASYONÊN ERDOGAN KONTROLEK XURT PÊWÎST E’

Sommaruga anî ziman ku ew hêvî dike ev hilbijartin di şert û mercên baştir de pêk werin û wiha axivî, “Me di hilbijartinên şaredariyan de dît ku nûnerên partiyên din ên ji bilî AKP'ê hatin cem hev û li Enqere û Stenbolê bi ser ketin, tevî ku nêrînên wan ên siyasî yên cuda hebûn. Ji ber vê yekê, em dikarin hêvî bikin ku ev hilbijartin li ser bingehek rast bêne kirin. Lê ji ber meqama serokkomartiya niha û gelek caran AKP’ê li ser encaman manîpule dike, di van hilbijartinan de kontroleke xurt pêwîst e.

Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin namzetê serokomariyê ku ji bo guherînê ji bo min girîng xuya dike û Erdogan ji rojevê bê derxistin û têk birin. Ez difikirim ku li şûna parçekirina dengan divê namzetê ku xwedî her şansê guhertinê bê destekkirin.

Di derbarê hilbijartinên parlementoyê de, ez pêşniyar dikim ku hûn dengê xwe bidin HDP (Partiya Çepên Kesk), partiya ku rê dide gelê pêşverû ku di dînamîkek hevpar de xwe îfade bike û her weha civaka Kurd jî. Hêvîdar im bi van hilbijartinan û bi hêzkirina HDP (Partiya Çepên Kesk) di nav meclîsê de jî,  hemû endamên HDP’ê û mehkûmên siyasî û di serî de Selahattin Demîrtaş serbest bên berdan.”