BI DÎMEN

Senator Diaz bang li hikumeta Spanyayê kir: Piştgiriyê bide pêvajoyê

Senatorê Baskî yê li Madrîdê Gorga Elejabarrieta Diaz anî ziman ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi banga Rêber Apo destpê kir "Li cîhanê ronahiya hêviyê ye" û bang li hikumeta Spanyayê kir ku piştgiriyê bide pêvajoyê.

Ji partiya Eh Bildu ya Baskê senatorê endamê Koma Çep a ji bo Serxwebûnê Gorga Elejabarrieta Diaz got, "Pêvajoya aştiyê ya navbera Kurdistan û Tirkiyeyê, li cîhaneke ku şer zêde bûye û agahiyên xerab bê dawî tên, şewqa hêviyê ye."

Axaftina Diaz a li parlamentê li ser hesabê medya dîjîtal a Eh Bildu hate parvekirin.

Senator Diaz ji hikumeta Spanyayê xwest, ji bo aştiyeke adil û mayinde piştgiriyê bide van hewldanan û pê re tevbigere.

Diaz destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde ya li Kurdistanê divê "firsenda rasteqîn" a derketiye holê bê nirxandin û gavên di vê mijarê de mehên dawî hatine avêtin bi bîr xist. Senator got, "Diyalog û muzakere rêya herî bi bandor a çareseriya şerê siyasî ye."