Sembola Berxwedana Sûrê li Atînayê hat bibîranîn

Çiyager Hêvî ê pêşengî ji Berxwedana Sûrê re kir, li kampa Lavrîoyê hat bibîranîn.

Fermandar Çiyager Hêvî (Cîhat Turkan) ê di berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bibû, li kampa Lavrîo ya li paytexa Yewnanistan Atînayê, bi çalakiyekî hat bibîranîn.

Di bîranînê de peyama Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) hate xwendin. Piştre li ser berxwedana xwerêveberiyê Hafiz Amed û li ser navê Komîteya Şehîdan Erkan Erencî axivîn.

Di bîranînê de ku helbest hatin xwendin, Hozan Apo Mêrdîn li ser wate û girîngiya rojê stranan got.

Çalakî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin!", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPS" bi dawî bû.