Saziyên Kurd ên li Swîsreye ji bo 7’ê Çileyê bang kirin

Saziyên Kurd ên li Swîsreyê ragihandin ku ew ê beşdarî meşa 7’ê Çileyê bibin ku wê ji bo sê jinên şoreşger ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bê li dar xistin.

Di salvegera qetilkirina yek damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Rêxistina Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez de, bi daxwaza edaletê meşeke mezin bê organîzekirin.

Di meşa 7’ê Çileyê de kesên ku fermana Komkujiya 9’ê Çileya 2012’an û 23’ê Kanûna 2022’an dane bê eşkerekirin û daxwaza darizandina wan bê kirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) ragihandin ku ew ê beşdarî meşê bibin û bang kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 9’ê Çileyê de lêgerînvanên azadiyê bi rêbazên herî qirêj hatin qetilkirin û bi vê yekê re xwestin hêviya mirovahiyê bişkînin. Her çiqas tê xwestin lêgerînvanên heqîqetê bidin ji bîr kirin jî, gelê Kurd e birûmet û ewladên wan her tim li pey heqîqetê çûn. Li ser qetîlkirina Sara, Rojbîn û Ronahî re 10 sal derbas bûn, lê gelê Kurd dest ji hesap pirsîn û bangên edaletê bernedan.“

CDK-S û YJK-S bi berdewamî di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Rejîma faşîst a Erdogan ku ji ber helwesta Fransa û welatên weke wê ku suîqastên siyasî lêpirsîn nakin û kujeran bê ceza dihêlin, 23’ê Kanûnê qetlîmake din pêk anî.

Kurdan baş dizanin ku ev êrîş û qetlîam tên çi wateyê û ji kuderê piştgirî tên girtin.

Êrîş li ku derê bên bila bên bi berxwedana Rêbertiya me, gerîla û gelê me hatine pûç kirin. Lê heta ku hesabên êrîşan bê pirsîn û hemû hêzên li pişt êrîşan eşkere bibin wê hemû Kurdên li Ewropayê û dostên wan li qadan bin.

Em bang hemû Kurdên li Swîsreyê û dostên xwe dikin ku di 10’emîn salvegera şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî de 7’ê Çileyê beşdarî çalakiya ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) bê li dar xistin bibin.”

Roja 6’ê Çileyê cîh û demên derketina wesayitan ji Swîsreyê wiha ne:

Basel

Saet: 23:00

Cîh: Elsåsstrasse 215

Bern

Saet: 22:00

Cîh: Fischermåttelistrasse 6

Solothurn

Saet: 21:00

Aarau:

Saet: 22:00

Cîh: Sågestrasse 46, 5600, Lenzburg

Zurîh

Saet: 23:00

Cîh: Steinwiesenstrasse 1, 8952, Schlieren

Hêrma St Gallen

Saet: 20:45, Cîh: St Gallen Bahnhof - Rosenbergstrasse 59, 9000 St Gallen

Saet: 21:00, Cîh: Poststrasse 10, 9200 Gossau

Saet: 22:15, Cîh: Lagerhausstrasse 14, 8400 Wintherthur

Zug

Saet: 22:00

Cîh: Hinterbergstrasse 18, 6330 Cham

Luzern

Saet:22:30

Cîh: İnselibusplatz 6005

Rapperswil

Saet: 22:00

Cîh:Churerstrasse 120, 8808 Pfaffikon