Saziyên alîkarî yên Kurdistanê nerazîbûn nîşanî biryara xespkirinê ya dewleta Tirk da
Saziyên alîkarî yên Kurdistanê nerazîbûn nîşanî xespkirina malhebûna kes û weqfan a ji aliyê dewleta Tirk ve dan.
Saziyên alîkarî yên Kurdistanê nerazîbûn nîşanî xespkirina malhebûna kes û weqfan a ji aliyê dewleta Tirk ve dan.
Dewleta Tirk bi îdîaya “Ji PKK’ê re fînansmanê dikin” malhebûna 62 kesan û 20 weqf û komeleyan cemidand. Hate diyar kirin ku ev biryar di çarçoveya qanûna bi hejmara 6415’an a der barê ‘Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorê’ de ye û dikarin ji bo îtîrazkirinê serî li Dadgehên Ceza ya Enqereyê were dayîn. Hat daxuyakirin ku malhebûna kes û saziyan ên hatine cemidandin li Awûstûrya, Swêd, Swîsre, Norwêc, Belçîka, Brîtanya, Danîmarka, Fransa, Japonya, Îtalya, Iraq, Sûriye, Elmanya û Awûstralyayê faeliyet dimeşînin.
Têkildarê mijarê saziyên alîkarî yên Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşandin û ev tişt hate gotin, “Em difikirin ku ev biryara dewleta Tirk parçeyek ji polîtîkaya demdirêj a krîmînalîzekirina saziyên Kurdistanê ye. Saziyên weke Heyva Sor a Kurdistanê ku ev nêzî 30 sal in alîkariyê dide xizanên li Kurdistanê, sivîlên ji ber êrîşên leşkerî zerarê dibînin, mexdûrên karesatên xwezayî û mexdûrên şer; bûye yek ji astengiyên li pêşiya siyasta dewleta Tirk a bi xizanî û birçîbûnê mehkûmî xwe kirin û koçberkirinê. Sedema sereke ya vê hedefgirtinê ev e. Her wiha rastiyeke ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku dewleta Tirk li her devera cîhanê ji bo krîmînalîzekirina saziyên xwedî îfadeya Kurd, Kurdî an jî Kurdistanê, hemû derfetên xwe seferber kiriye."
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;"Saziyên me li gorî zagonên welatên ku em lê ne hatine avakirin û hemû çalakî û xebatên wan ên alîkariyê di bin çavdêrî û kontrola meqamên rayedar de tên kirin. Biryara dewleta Tirk bê bingehe û ji bo me rewabûnek wê nîne.
Em wek saziyên alîkarî yên Kurdistanê; “Em birêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê faeliyetên xwe yên aştiyane û mirovî li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a li ser înkarkirina hebûna gelê Kurd pêk tên, bidomînin. Polîtîkaya krîmînalîzekirinê wê pêşî li hewldanên me yên ji bo gelê me, mirovên xizan, mexdûrên şer û kesên ji karesatan zerarê dîtine negire."
Saziyên ku di daxuyaniyê de îmzeyê wan hene wiha ne;
"1- Heyva Sor a Kurdistanê - Elmanya
2- Heyva Sor a Kurdistanê - Holanda
3- Heyva Sor a Kurdistanê - Swîsre
4- Heyva Sor a Kurdistanê - Belçîka
5- Heyva Sor a Kurdistanê - Brîtanya
6- Heyva Sor a Kurdistanê - Îtalya
7- Heyva Sor a Kurdistanê - Norwêc
8- Heyva Sor a Kurdistanê - Japonya
9- Roja Sor - Fransa
10- Roja Sor a Kurdistanê - Avûstûrya
11- Roja Sor a Kurdistanê - Swêd
12- Roja Mezopotamya - Danîmarka."