BI DÎMEN

Salvegera Şoreşa Rojava li Helsinkiyê hat pîrozkirin

Li Helsînkiyê bi boneya 13'emîn salvegera Şoreşa Rojava şahî hat lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava şahî hat lidarxistin. Şahiya pîrozbahiyê bi pêşengiya Tora Piştgiriya Kurdistan, rêxistinên şoreşger, Fînî û Kurdan ve hat lidarxistin.

Şahiya pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de li ser girîngiya rojê axaftinên Kurdî û Fînlandî hatin kirin.

Endamê Dîwana Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi bîmen tevlî bernameya pîrozbahiyê bû û nirxandin kir. Piştre hunermendê ji Rojava Ehmed Dilêr derket li ser dikê û stran gotin.

Bername bi muzîk û gerandina govendê berdewam kir.