Salvegera damezrandina PKK'ê li Kopenhagenê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, hunermend Nûarîn, Bengî Agirî, Necatî Gezen, Lawîn Kobanê û Şivan Can jî tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna PKK'ê. Remzî Kartal got, "Di encama berxwedan û têkoşîna PKK’yê de Başûrê Kurdistanê bû xwedî statu. Li Rojava şoreş pêk hat. Têkoşîna jinan, li cîhanê bi dirûşma 'Jin, jiyan, Azadî' belav bû."

Kartal bal kişand ser pengava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got, "Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya Rêber APO pêngavê destpê kir. Rêber APO li hemû cîhanê weke rêberekî enternasyonel tê qebûlkirin. Ev serdem serdema azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye."

Li pîrozbahiyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin qîrîn.

Bi stranên hunermandan salvegera damezrandina PKK’yê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.