Salvegera damezirandina PKK’ê li Dragûîngnanê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.
Li Eywana Dawetê ya Freyjûs a bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, 45’emîn salvegera demezrandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û wêneyên qadroyên pêşeng ên PKK‘ê hatin xemilandin. Di şahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser girîngiya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ û banga geşkirina pêngavê hat kirin. Axêveran çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê jî silav kirin û xwestin her kes bibin dengê çalakgeran.
Piştî axaftinan hunermend Kawa Urmiye, Zozan û Azad Karahan derketin li ser dikê.
Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.