BI DÎMEN

Salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava li Brukselê hate pîrozkirin

Salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Brukselê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de şehîdên şoreşê hatin bîranîn û işaret bi girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk hate kirin.

Li payexta Belçîka Brukselê di çarçoveya salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtiyê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Nûnera Rêveberiya Xweser Arşem Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku divê xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin û anî ziman ku şoreş weke şoreşa jinan û gelan li tevahiya cîhanê belav bû.

Arşem Ehmed bal kişand ser guherînên bi lez ên li herêmê û diyar kir ku di demeke bi vî rengî zehmet de pêwîstiya gelan ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye; lewma zext û ferzkirinên yek ziman, yek netewe yan jî yek mezheb nayê qebûlkirin.

Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan jî Dayê Sûltan axivî. Dayê Sûltan destnîşan kir ku şoreş ji bo gelan pîroz e û got, “Ji bo parastina vê şoreşa mezin divê em ji Rêber Apo bawer bikin û bi baldarî lê guhdarî bikin.”

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî destnîşan kir ku salvegera 13’emîn a şoreşê diyariya herî mezin a ji bo malbatên şehîdan e.

Remzî Kartal diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê ya azad civakeke demokratîk ava bûye û got, “Bi paradîgmaya Rêber Apo divê em nêzî Şoreşa Rojava bibin û bi hev re xwedî lê derkevin.”

Serokê Partiya El Wehd (Partiya Yekîtî) Mihemed Hibo jî destnîşan kir ku divê mafên gelan bi rengekî demokratîk, wekhev û bi xurtî bêne bidestxistin.

Hibo diyar kir ku polîtîkayên mezhebperest û nijadperest ên hikumeta nû ya li Sûriyeyê metirsiyeke mezin e û bi taybetî işaret bi komkujiya li Durziyan a li Suwêdayê kir. Hibo QSD-MSD û hemû saziyên li Rojava silav kir û bal kişand ser girîngiya dewamiya şoreşê.

Li dû axaftinan sînevîzyonek li ser Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate nîşandan. Di çalakiyê de ku li Navenda Xweseriya Demokratîk a li Brukselê hate lidarxistin, hunermend Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefkan, Bengî Agirî û Peywan Arjîn derketin ser dikê, şoreş silav kirin û banga yekîtiyê kirin.

Çalakiyê saet di 17:00 de destpê kir û nêzî saetekê dewam kir.