BI DÎMEN

Nobeta li ber NY’ê ya ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dike

Nobeta ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê  li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê bênavber tê lidarxistin, di hefteya 254’an de ye. Çalakvanan banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kirin.

Kurdistaniyên ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê nobeta azadiyê li dar dixin, di hefteya 254’an de berdewam dike.

Nobet bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Axîn Mûş (Hulya Demîrer), Ronahî (Derya Koç), Çekwar Sûr (Çekwar Çubuk) û Rênas Karaz (Muhammed Şik) dest pê kir.

Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Îbrahîm Yuksel axivî. Yuksel diyar kir ku ew bi rêzdarî hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û anî ziman ku  bi taybetî NY divê saziyên navneteweyî erkên xwe bi cîh bînin. Yuksel wiha axivî: "Bila Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên pêwendîdar bizanin ku heta ku ew erkên xwe bi cîh bînin wê ev çalakî berdewam bike.”

Yuksel destnîşan kir ku li çaraliyê cîhanê heta nifûsên biçûk jî di asta NY de mafên wan têne çareserkirin, lê gelê Kurd ê 50-60 mîlyon in hîn nayê naskirin û got, “Ev rewş nayê qebûlkirin."

Yuksel bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin û wiha domand: “Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên Tirkiye ûnRojhilata Navîn mifteya jiyanek bi rûmet û azadiyê ye."

Yuksel bal kişand ser lêçûnên aborî û civakî yên şer ên ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd derketine holê û diyar kir ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi îradeyek siyasî heye.

Yuksel anî ziman ku gelê Kurd heta niha bedelên giran daye û diyar kir ku kes nikare îradeya xwe li ser van gelan ferz bike û wiha pê de çû: "Heke hûn çareseriyê dixwazin, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin. Ev xeta sor a Tevgera Azadiya Kurd e."

Yuksel destnîşan kir kuev çalakî nêzîkî pênc sal in berdewam dike û wê berdewam bike û got, “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mispgerkirin û statuya gelê Kurd bê naskirin, em ê li vir bin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an berdewam kir.