Li Strasbourgê pîrozbahiya ‘27’ê Mijdarê’ bi coş hate lidarxistin
Kurdên ku li bajarê Fransayê Strasbourgê dijîn, Roja Berxwedana Neteweyî bi çalakiyekî pîroz kirin.
Kurdên ku li bajarê Fransayê Strasbourgê dijîn, Roja Berxwedana Neteweyî bi çalakiyekî pîroz kirin.
Şahiya ku roja yekşemê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Cuma Tak di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd tê wateya “ji nû ve zayîn û vejînê”.
Cuma Tak got, “Ev dîrok, sembola biryardariya gelê me ye ku xwedî li nasname, ziman û çanda xwe derkeve” û bang li hemû qadan kir ku bi awayekî rêxistinî û bi têkoşîneke hevpar bisekinin.
Piştî axaftinan, hunermend Îbo Qamişlo, Kawa Urmiyê, Helbest Arî, Peywan Arjîn, Sîdar Amedî û Koma Newda Saarbrücken derketin ser dikê.
Di çalakiyê de ku stran û kilamên şoreşgerî hatin gotin, govend hate gerandin.
Di şevê de du komên cuda yên folklorê jî derketin ser dikê û bi kincên herêmî dîlanên gelêrî yên Kurdî pêşkêş kirin. Di dema pêşandanê de tilîlî hatin avêtin û çepik bênavber hatin lêdan.
Stantên pirtûk û kelûpelên herêmî yên di salona çalakiyê de hatibûn vekirin jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Pirtûkên li ser dîroka Kurd, wêje, têkoşîna azadiya jinê û pêvajoya siyasî ya heyî, ligel berhemên destan, gihîştin beşdaran.
Çalakî, bi govenda dawî ya hat gerandin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Organîzatoran peyama wê yekê dan ku 27’ê Mijdarê weke “cejna vejîna Kurdan” dê her sal bi awayekî hê xurtir û girseyîtir bê pîrozkirin.