BI DÎMEN

Salvegera 47’emîn li Grosseto hat pîrozkirin

Cejna Berxwedana Neteweyî li Grosseto ya Îtalyayê bi coş hat pîrozkirin.

Li navçeya Grosseto ya Îtalyayê bi boneya 47’emîn salvegera a damezrandina PKK’ê Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin. Siyasetmedar Adar Gulan li ser wateya 27’ê Mijdarê, şehîdên partiyê û pêvajoyê axivî.

Adar Gulan di axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û banga “Li dora Rêber bibin yek" li her kesî kir.

Piştî axaftinan, pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê berdewam kir. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî PKK" bi dawî bû.