Welatparêzê Kurd Hecî Bedrî Yali li Freiburgê jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd û bavê şehîdekî Hecî Bedrî Yali yê ku li Freiburg ê Elmanyayê dima, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj di 25’ê Mijdara 2025’an de jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd û bavê şehîdekî Hecî Bedrî Yali yê ku li Freiburg ê Elmanyayê dima, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj di 25’ê Mijdara 2025’an de jiyana xwe ji dest da.
Hecî Bedrî Yali li gundê Xarebe Darik ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû. Yali piştî ku kurê wî di sala 1990’î de di nava refên PKK’ê de şehîd bû, ji ber zilm û zexta dewletê di sala 1992’an de koçberî Elmanyayê bû.
Yali li Freiburgê bi cih bû, li wir xebatên xwe yên siyasî domand û wekî endamekî KOMAW’ê di nav civaka Kurd de roleke çalak lîst. Tevî ku salekê di girtîgehê de ma jî, têkoşîna xwe domand.
Yali ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 66 rojan li nexweşxaneyê tedawî dît û di 25’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yali di 27’ê Mijdarê de bi merasîmekê ber bi Kurdistanê ve şandin.
Cenazê Yali wê li gundê Banihê yê navçeya Hezex a Şirnexê were veşartin. Saziyên Kurd ên li Elmanyayê diyar kirin ku ew ê welatparêzî û fedakariya Yali bidin jiyîn.