BI DÎMEN

Jinan li Brîtanyayê li dijî baviksalariyê banga têkoşîna hevbeş kirin

Jinan li Londonê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşiyan û li dijî modernîteya kapîtalîst û baviksalariy banga têkoşîna hevbeş kirin. Li Sheffield, Skoçya û Liverpoolê jî çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.

Jinan li bajarên cuda yên Brîtanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî rêzeçalakî li dar xistin û hevgirtina xwe li dijî baviksalarî û tundiya mêr-dewletê anîn ziman. Li Londonê meş, bi pêşengiya Komuna Jinan a Jîna Emînî ya Sheffieldê komxebat û li Skoçya û Liverpoolê jî çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.

LONDON 

Platformên jinan ên ku li ser banga hevbeş a sazî û komeleyên herêmî kom bûn, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Londonê meşeke girseyî li dar xistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclisa Jinan a Jiyan, Jina Nû, Jinên TÎP’ê, SKB, Jinên Gundê Tîlkîlîler, Young Struggle, Jinên Alxas-Com, Yekîtiya Jinên Elewî yên Brîtanyayê hat lidarxistin, bal kişandin ser têkoşîna hevbeş a li dijî patriyarkayê.

Jinan di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî!" û “Şerê we, xwîna me!" hatin berzkirin. Jinan bi dovîz û alên binefşî qad tijî kirin û bal kişandin ser êrîşên piralî yên modernîteya kapîtalîst, serdestiya mêran û tundiya dewletê ya li ser jiyana jinan.

Di daxuyaniyekê de hat diyarkirin ku jinan mîrata Xwişkên Mîrabel dewr girtine û hêrsa hemû jinên ku hatine kuştin gihandine kolanan. Hat destnîşankirin ku têkoşîna Xwişkên Mîrabel di sala 1960’an de li dijî dîktatoriya Domînîkê dan, îro jinên ku ji fikrên RÊber Apo îlhamê digirin bi berxwedana xwe ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û Ewropayê berfireh kirine.

Jinan anîn ziman ku her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80,000 jin bi tundiya mêran ve têne qetilkirin û destnîşan kirin ku ev "wêneyek zelal a şer e”. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst û pergala serdestiya mêran li erdnîgariyên cûda bi hev re û rêxistinkirî êrîşî jinan dikin.

Hat diyarkirin ku li Tirkiye û Kurdistanê êrîşên li ser jinan zêde bûne û li pişt "xwekuştinên" jinan ên hatine tomarkirin tundiya mêr hene. Hat destnîşankirin ku qanûnên ku ji hêla dewletê ve hatine derxistin nikarin jinan biparêzin û pergalek ku tundiyê ji nedîtî ve tê avakirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirina ekolojiyê, xizaniya jinan û polîtîkayên şer ji hev ne cûda ne û da zanîn ku têkoşîna jinan di heman demê de têkoşîna ji bo parastina jiyan, xweza û aştiya civakî ye.

Platformên jinan ên ku çalakî organîze kirin bang li hemû jinan kirin ku xwe birêxistin bikin, hevgirtina jinan xurt bikin û ronesansa jinan jiyanî bikin. 

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî têkoşîna jinan!" û "Jin, jiyan, azadî!" bi dawî bû.

SHEFFIELD

Komuna Jinan a Jîna Emînî ya Sheffieldê bi dirûşmeya "Şerê we, xwîna me ye" komxebat hat lidarxistin. Hejmareke zêde jin beşdarî komxebatê bûn, ezmûnên xwe parve kirin û biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar anîn ziman.

Yek ji mijarên nîqaşê yên komxebatê zayendî û femînîzm bû. Beşdaran bal kişandin ser tundiya baviksalar a sîstematîk, zehmetiyên ku jin li sirgûniyê li Ewropayê pê re rû bi rû dimînin û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî.

Di dawiya komxebatê de jinan soza xwe ya ji bo pêşxistina hevgirtinê û xurtkirina têkoşîna rizgariya jinan dubare kirin.

SKOÇYA Û LIVERPOOL

Bi komxebata li Sheffieldê re, li Skoçya û Liverpoolê  çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Di çalakiyên li her du bajaran de, jinan peyamên hevgirtin û têkoşîna rêxistinkirî ya jinên Kurd ên li Ewropayê dan.

Di hemû çalakiyan de ev peyam hat dayîn: “Em bi hev re têkoşîna azadiya jinan a ku sînoran derbas dike, didin.”