Konseya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê ya Belçîkayê (NAV-BEL) bi boneya 102’emîn salvegera Peymana Lozanê daxuyanî da û banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku wê 26’ê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozana Swîsreyê were lidarxistin, kir. NAV-BEL Peymana Lozanê weke şikestineke dîrokî bi nav kir û bi bîr xist ku rê li ber parçebûna gelê Kurd, bêparhiştina ji statuyê û polîtîkayên zextê vekir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 24’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd roja şînê û berxwedanê ye û wiha hat gotin: "Vê peymanê gelê Kurd kir çar parçe. Gelê Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bûn kêmnetewe û bi asîmîlasyon, şer û qirkirinê re rû bi rû man."
Daxuyaniya NAV-BELê destnîşn kir ku êdî têkoşîna Kurdan ne herêmî ye, di heman demê de bûye têkoşîneke navneteweyî jî. Di daxuyaniyê de li ser pêwîstiya avakirina pergala civakî rawestiya. Di daxuyaniyê de banga dijderketina bê edaletiya pergala neteewe dewletê kir û xwest ku li ser bingeha konfederalîzma demokratîk û pirrengiyê jiyaneke azad bê avakirin.
NAV-BEL gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk vexwend çalakiya ku wê 26’ê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozanê were lidarxistin.