KCÊ-E: Li dijî biryarên bi ruhê DAIŞ’ê tên dayîn, a rast bi ruhê Kobanê geşkirina xeta berxwedanê ye

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê da xuyakirin ku encama Doza Kûmpasê ya Kobanê, îlankirina hiqûqa dijmin e û got, "Li hemberî van biryarên bi ruhê DAÎŞ'ê tên dayîn, ya herî rast ew e ku bi ruhê Kobanê xeta berxwedanê ya demokratîk bê pêşxistine.”

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn da û got, "Encama Doza Kûmpasê ya Kobanê, îlankirina hiqûqa dijmin e."

Daxuyanî wiha ye:

"Faşîzma Erdogan-Bahçelî ku bi taybetî li ser baweriya civaka Êzidî û gelan qirkirinê dimeşîne, serketina berxwedana Kobanê ya li hemberî DAÎŞ’a ku li ser mirovahiyê bûye bela, hat bidestxistin veguheran cezakirinê û vê cezakirinê re hewl dide tola têkçûna DAÎŞ’ê hilîne. Bi gotina “Kobanê wa ha ket”, li benda serkeftinê DAÎŞ’ê bû û piştre bi têkçûneke dîrokê jiyan. Wer xuyaye ku dixwazin tola vê têkçûnê hilînin. Bi hincetên bêbingeh û vala dozeke dijî hiqûqê vekirin. Ev jî di bêçareseriyê de israrkirine. Li aliyekî qala pêvajoya “nermbûnê” dike û li aliyê din jî di serî de tecrîda girankirî û polîtîkayên têkbirinê dimeşînin. Ev polîtîkaya mijûlkirin û xapandinê eşkere bûye. Divê mûxalefeta demokratîk hevgirtina xwe xurt bike, li şûna ku ‘rewşa nermbûnê’ têkbirina faşîzmê bike armanc. Li hemberî van biryarên cezayê yên bi ruhê DAÎŞ'ê tên dayîn, a herî rast ew e ku bi ruhê Kobanê rabin ser piyan û xeta berxwedanê ya demokratîk pêş bixin."