Ronî Welat û Akîf Dirbesiyê li Hîldesheîmê hatin bibîranîn

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê Ronî Welat (Şêrewan Hesen) ê di 5’ê Kanûnê de li Dêrezorê şehîd bibû û şervanê QSD’ê Akîf Dirbesiyê (Ziyad Şêxo), li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîm a Elmanyayê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê malbata şehîd Ziyad Şêxo, Ednan Mûstafa û li ser navê KOMAW’ê Xoşnav Ata axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji gelê Kurd û dostên wan re hate xwestin û hat detsnîşankirin ku heta welatekî azad û demokratîk wê têkoşîn bidome.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.