Rêxistinên Spanyayî bi daxuyaniyekê êrîşa li Parîsê şermezar kir

Kongreya Parlamenteran, Ûnîdas Podemos û Galîcîa bi hev re daxuyanî da û daxwaza eşkerekirin û lêpirsînê li ser êrîşa li Parîsê kir.

Kongreya Parlamenteran a Spanyayê, Ûnîdas Podemos û Galîcîa bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa bi ser komeleya Kurd û dikandarên Kurd a li Parîsê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

“Em Kongreya Parlamenteran, Ûnîdas Podemos û Galîcîa, di der barê êrîşa bi ser Kurdan li Parîsê de, hêrs, piştevanî û beriya her tiştî fikarên xwe tînin ziman.

Diyar e ku êrîş bi armanceke siyasî ye; ji bo eşkerekirina yên êrîş dane kirin em dixwazin ku bi lez û bez û bi berferehî lêpirsîn bê kirin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku çavdêriya rawestandina binpêkirina mafên mirov, tundûtûjî û nefreta berpêyî Kurdan û rêxistinên wan Tirkiye û li welatên din ên li derdora Kurdan, li Ewropayê û Yekiya Ewropayê bike.“