Rêxistinên jinan dosyayek radestî parlamentoya Hessenê kir

Rêxistinên jinan der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de dosyayek radestî parlamentoya eyaleta Hessen ya Elmanya kir.

Rêxistinên jinan der barê sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdisatnê, dosyayek radestî parlamentoya eyaleta Hessen ya Elmanya kir. Di dosyayê de sûcê şer ên li dijî Kurdan têne birêvebirin, bi sernavê 6 xalan û gelek mijarên din ku tê de cih digre. Parlamenter Dîe Lînke Hessen û Ulrîch Wilken, jin pêşwazî kirin.

BALÊ KIŞANDIN LI SER ÊRÎŞÊN ÇEKÊN BI KÎMYEWÎ

Endamê Meclîsa Şaredariya Hanau û aktîvîsta DTMK Hanau Emîne Pektaş, Meclîsa Nûjîn a Hanau, Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfûrtê, Meclîsa Jinan a Sara ya Offenbachê û gelek rêxistinên jinan li ser wehşeta dewleta Tirk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Dewleta Tirk ya ku li dijî gerîla tu encamê bidest naxe, dest bi karanîna gaza kîmyewî kiriye. Di çar mehên dawî de li dijî Herêmên Parastina Medyayê bi sedan caran cekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di encama bikaranîna cekên kîmyewî de bi dehan gerîla jiyan xwe ji dest dane.“

‘BI TECRÎDÊ RE ZEXTÊN LI SER GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛNE‘

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û wiha hate gotin: “Bi îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê zext zêde bûne.“

‘REXMÊ NEXWEŞIYA GIRAN JÎ NAYÊ BERDAN‘

Jinan bal kişand li ser zilma AKP-MHP’ê ya li girtîgehan jî û gotin: “Li rexmê nexweşiya giran ya Aysel Tugluk jî ew nayê tedawî kirin û serbest berdan.“

Piştî daxuyaniyê, Parlamentera Dîe Lînke Saadat Sonmez anî ziman ku ew ê pirsgirêkan bibe parlamentoyê.