Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serî li CPT’yê da: Divê dawî li tecrîdê bê

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, bang li Tirkiyeyê kir ku bi pêşniyazên CPT’yê bike û dawî li tecrîda neyasayî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, serî li Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê (CPT) da ku piştî serdana wê ya 20-29’ê Îlonê li Girava Îmraliyê fikarên di der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de yekcar zêde bûn ku di bin şertên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin.

Koma Destwerdana Yasayî ya Navneteweyî ya Navenda Vekolîn û Lêkolîna li ser Demokrasiyê (CRED/GILI), Komeleya Parêzerên Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayî (AED), Gîûrîstî Demokratîk a Îtalyayê (GD), ji Elmanyayê Repûblîkanîscher Anwältînnen- ûnd Anwältevereîn e.V. (RAV), Vereînîgûng Demokratîscher Jûrîstînnen ûnd Jûrîsten e.V. (VDJ) ve Vereîn Fur Demokratîe ûnd Internatîonales Recht (Maf-Dad), ji Belçîkayê Syndîcat des Avocats pour la Démocratîe (SAD) û ji Hollandayê Verenîgîng Socîale Advocatûûr Nederland di serlêdana li Tirkiyeyê kir de bang li Tirkiyeyê kir ku bi pêşniyazên CPT’yê bike û dawî li tecrîda neyasayî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.

20 SAL IN KU HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Saziyan diyar kir ku 20 hevdîtina bi malbat û parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên astengkirin, ji sala 2019’an heta bi niha nehatiye hiştin ku Rêberê Gelê Kurd bi parêzerên xwe re, ji meha Adarê ya sala 2020’an heta bi niha ji nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi malbata xwe re bike.

REWŞ JI SALA 2016’AN HETA BI NIHA BAŞ NEBÛYE

Di serlêdanê de îşaret bi rapora sala 2020’an a li ser serdana sala 2019’an a CPT’yê hat kirin û ev bang hat kirin: “Ji serdana sala 2016’an a CPT’yê ta bi niha şertên girtiyan baş nebûne. Li gor fikira komîteyê ‘nabe ku mirov vê rewşê qebûl bike. Ev hem ji bo danîna têkiliyê bi sê girtiyên din ên li Îmraliyê re hem jî ji bo astengkirina serdana malbatê û parêzeran derbasdar e. Lewma CPT, bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê banga ‘divê ji bo hemû girtiyên di girtîgehan de tên girtin, pergaleke domdar û bi rêk û pêk a serdanê bi malbat û parêzeran re bê avakirin.“

BANGA RAGIHANDINA DANEZANÊ LI CPT’YÊ HAT KIRIN

Di serlêdanê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku guh bide rexneyên CPT’yê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi pêşniyazên CPT’yê bike, têkildarê serdana parêzer û malbatan û di vê çarçoveyê de rêz ji hikumên yasayî yên Ewropayê û navneteweyî re bigire.  Her wiha em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li ser venihêrîna meha Îlonê ya sala 2022’yan a CPT’yê û demildest rê li ber weşandina rapora CPT’yê vebike. Têkildarê redkirina pêşniyazên CPT’yê ya hikûmeta Tirkiyeyê, em bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê dikin ku niqaşê bike û gavên pêwist biavêje. Beramberê redkirina pêşniyazên CPT’yê ya Tirkiyeyê, em bang li CPT’yê dikin ku siûdê ji Xala 10’emîn a Peymanê bigire û li ser bedkariyên bingehîn bandora wê ya li ser girtiyên li Îmraliyê danezanekê biweşîne.“