Rewşa Gulistan Îke giran bû
Li ser giran bûna rewaş Gulistan Îke ya ku ev 54 roj in li Strasborûgê di grevê de ye bang li ambûlansê hate kirin.
Li ser giran bûna rewaş Gulistan Îke ya ku ev 54 roj in li Strasborûgê di grevê de ye bang li ambûlansê hate kirin.
Rewşa tenduristiyê ya yek ji 14 çalakvanên ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê di grevê de ne Gulistan Îke di roja 54’an de giran bû.
Ji bo Gulistan Îke bang li ambûlansê kirin, li bendê ye ku rakin nexweşxaneyê.
Dr. Fahrettîn Gulşen ê kontrola çalakvanan kir, anî ziman ku rewşa Îke cidî ye.
Dr. Gulşen anî ziman ku dibe li demarê diçe mejî yê Îke îltihab girtibe û ji bo wê nabiz û tansyon hevseng nabe, ev jî dibe sedemek ku giranî li dil bike.