BI DÎMEN

Li Reimsê Cejna Berxwedana Neteweyî Hate Pîrozkirin

Li bajarê Reims ê Fransayê, Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşeke girseyî hate pîrozkirin.

Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Komeleya Çandî ya Arîn Mîrkan ve hatibû organîzekirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir.

Aldar Xelîl: Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê, Aldar Xelîl, di axaftina xwe ya bi rêya telekonferansê de 47. salvegera damezrandina PKK’ê silav kir û rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Xelîl got: “Îdeala azadiyê ya şehîdan, di giyanê berxwedana hevpar a gelan de dijî. Gelê Kurd, tu carî dest ji armanca civakeke wekhev û demokratîk bernade.”

Seydî Fırat: Siyasetmedar Seydî Fırat, têkoşîna 47 salî ya PKK’ê weke “dîrokeke ku mirovahiyê teşwîq dike” bi nav kir û destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedanê polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê têk birin.

Asuman Dêrik: Asuman Dêrik bal kişand ser têkoşîna jinê û bi bîr xist ku 27’ê Mijdarê rojbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd e û girîngiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî tundiya a li ser Jinê destnîşan kir. Dêrik wiha got: “Heta têkoşîna azadiya jinê serkeftinê bi dest nexe, demokrasî pêk nayê.”

Nûnerên KOMAW: Nûnerên KOMAW’ê bi taybetî Fermandarên Şehîd Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr bi bîr anîn û diyar kirin ku çalakî ne tenê bîranînek e, di heman demê de platformeke piştevaniyê ye ku ji bo lêgerîna gelan a ji bo azadî, aştî û wekheviyê xizmetê dike.

Di şevê de performansa muzîkê ya Koma Zend, Hunermend Kewê, Hozan Şemdîn û Devrim Azad li dar ket û beşdar kişandin ser govendê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîdên Kurdistanê Nemir in” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.